Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin 2023-01-20 15:32:17   STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê “Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê” eşker kir û da zanîn ku di nava 3 mehan de hezar û 973 binpêkirin hatine kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla binpêkirinan ve di rêza yekemîn de cih digire.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê gelemperî jê ji Herêma Marmarayê, rapora xwe ya 3 mehan a têkildarî binpêkirinên li 21 girtîgehan amade kir. Di “Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê” de binpêkirinên meha cotmeh, mijdar û kanûna sala 2022’yan hatine destnîşankirin. Rapor, li Şaxa ÎHD’a Stenbolê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.    JI 21 GIRTÎGEHAN 57 SERLÊDAN    Di raporê de hat destnîşankirin ku binpêkirinên li Girtîgehên Kampûsa Sîlîvriyê, Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandirayê, Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kandirayê, Girtîgehên Kocaeliyê, Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa L a Maltepeyê, Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê, Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, Girtîgeha Vekirî ya Sîlîvriyê, Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê, Girtîgeha Tîpa H a Bursayê, Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê, Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê, Girtîgeha tîpa T a Xelatê, Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Kurkuçuler a Edeneyê, Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê, Girtîgeha Tîpa T a Şakranê, Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Sîncanê û Girtîgeha Jinan a Amedê hatine tespîtkirin.    Di raporê de 57 serlêdan hebûn û ji binpêkirinên mafê jiyanê heta muameleya xerab, derb, îşkence, mafê tenduristî û tedawiyê, mafê ragihandinê, mafê xweyîkirinê, mafê xwegihandina edaletê û mafê darizandina adilane jî di nav de bi giştî hezar û 973 binpêkirin hatin tespîtkirin.    BINPÊKIRINA LI ÎMRALIYÊ DI RÊZA EWIL DE YE   Têkildarî naveroka raporê ev agahî hatin parvekirin: “Di çarçoveya mafê jiyanê de 29 binpêkirin û di çarçoveya gefên kuştinê yên li girtiyan hatine xwarin de 19 binpêkirin hatin tespîtkirin. Her wiha 2 girtî neçar kirin ku întîhar bikin, 2 girtiyan hewl dan xwe bikujin û herî kêm 6 girtiyan jî dawî li jiyana xwe anîn. 780 bûyerên miameleya xerab û îşkenceyê hatin tespîtkirin.”    Rêberê PKKK’ê Abdullah Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û bû 21 meh ku tu agahî jê nayên girtin. Ne parêzer û ne jî malbata Ocalan nikarin biçin serdanê. Binpêkirinên li Îmraliyê di hêla binpêkirina de di rêza yekemîn de cih girt. Di raporê de hat destnîşankirin ku 33 serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtinê hatine redkirin.    Di raporê de hat gotin ku tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê, ji hêla binpêkirinên mafan ve di rêza yekemîn de cih digire.    BANGA ‘ÇARESERIYÊ’   Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku raporên xwe yên behsa xeberê bi mebesta peydakirina rêyên çareseriyê eşkere dikin û wiha got: “Em dixwazin ku rêgeza wekheviyê ya destûra bingehîn bi cih bê. Banga me li rayedaran ew e ku li dijî van sepanên newekhev bikevin nava hewldanan û di vê mijarê de li berpirsyariya xwe rabin.”