Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye 2023-01-20 14:57:20   ENQERE - Alper Şîrîn ku di dema tecawiz û îşkence li zarokan dihate kirin de Midurê Duyemîn ê Girtîgeha Pozantiyê bû tayînî Girtîgeha Sîncanê hate kirin. Derbarê girtiyên ku bertek nîşanî tayînkirina wî dan de doz hate vekirin   Midurê duyemîn ê girtîgehê Alper Şîrîn ê di bûyera li Girtîgeha Ciwan û Zarokan a Tîpa M a Pozantiya Edeneyê ya tecawiz û îşkencekirina li zarokan hate kirin de navê wî derbas dibû, tayînî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Sîncanê hate kirin. Derbarê girtiyên li girtîgehê tên ragirtin de bi hinceta li dijî Şahîn daxwazname dane rêveberiya girtîgehê bi îdiaya “heqaret û gefê” doz hate vekirin.    Girtî Ramazan Çeper, bi malbata xwe re bi telefonê axivî û ev tişt ragihandin: “Midurê duyemîn ê girtîgehê Alper Şîrîn ê di bûyera li Girtîgeha Ciwan û Zarokan a Tîpa M a Pozantiya Edeneyê ya tecawiz û îşkencekirina li zarokan hate kirin de navê wî derbas dibû, tayînî Girtîgeha Sîncanê hate kirin. Em girtî jî li dijî vê derketin. Me bi daxwaznameyekê ji rêveberiya girtîgehê re ragihand ku em naxwazin ew di nava tu şert û mercan de bi me re mijûl bibe û em ê qebûl nekin. Li ser vê yekê Alper Şîrîn derbarê 6 girtiyan de bi hinceta ‘gef û heqaretê’ serlêdana sûc kir û doz hate vekirin. Ji roja ku Alper Şîrîn hatiye girtîgehê ve komeke taybet a gardiyanan li dijî me binpêkirinên mafan, gotin û pêkanînên provokatîf zêde kirine.”