Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat 2023-01-20 14:34:31   MÊRDÎN - Hate diyarkirin ku êrişa li Mêrdînê 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, tevî 300 mîtroyan ji qereqolê dûr e jî mudaxile nehatiye kirin. Hate zanîn ku di êrişê de wesayîteke kirêkirî hatiye bikaranîn û kesên hatine binçavkirin îdia kirin ku ji ber şêlandinê 5 kes kuştine.    Di 19’ê çileyê de derdora saet di 00.30’an de dema wesayîteke bi plakaya Iraqê li ser Rêya Armûşê ya Mêrdînê ser rêya xwe diçû, ji hêla hin kesên nasnameya wan nehat zanîn ve hate gulebarankirin. Di endacama êrişê de li 5 welatiyên ji Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan. Ji kesên di wesayîtê de Hindirîn Abdullah Salih (39), Wahîda Heyder Casim (63), Abdullah Salih Mustafa (69) û Çîmen Şahîn Xalid (75) û Ahmet Celaleddîn Îbrahîm jiyana xwe ji dest dan.   Di çarçoveya lêpirsîna piştî bûyerê hate destpêkirin de 6 kes hatin binçavkirin, kirariyên 4 kesan ên li Qereqola Cendermeyan a Ogûz berdewam dikin. Dema binçavkirina kesên kirariyên îfadeyên wan xelasbûne hate dirêjkirin, tê payîn ku piştî kirariyên wan temam bûn wê sewqî Edliyeya Mêrdînê bên kirin.    WESAYÎTA KIRÊKIRÎ HATE BIKARANÎN   Wergirtina îfadeya kesên di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve tê birêvebirin berdewam dike. Li gorî agahiyên ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi dest xistin, di cînayetê de wesayîta kirêkirî hatiye bikaranîn. Hate tespîtkirin ku xwediyê wesayîtê yê di fermiyetê de Z.K. ye. Li ser agahiyên ku Z.K. dan hate diyarkirin ku xwediyê wesayîtê yê rast A.Y. ye û A.Y. jî wesayît daye birayê xwe M.Y. Piştî ku hate diyarkirin wesayît ji aliyê M.Y. ve li A.K., M.Ş. û F.A. hatiye kirêkirin, 6 kes hatin binçavkirin.    Di encama lêkolînan de xwediyê wesayita ku hat diyarkirin ku bi bûyerê re eleqedar e jî hat binçavkirin. Z.K yê ku hat diyarkirin xwediyê wesayîtê ye, îdîa kir ku wesayît bi awayekî fermî aydê wî ye lê xwediyê wesayîtê A.Y. ye. Z.K yê ku diyar kir ku roja bûyerê ew û A.Y bûne mêvanê hevalekî xwe û diyar kir ku wî bihîstiye birayê A.Y., M.Y wesayît li kesên nas nake kirê kiriye. Z.K. da zanîn ku agahiya wî ji bûyerê tune ye. Dîsa li gorî agahiyên hatine bidestxistin; derket holê ku yek ji kesên tev li bûyerê bû, ji bo yek ji malbatên ku hate qetilkirin, demekê li Duhokê weke karker kar kiriye û di demekî nêzîk de vegeriyaye Mêrdînê.   QEREQOLÊ MUDAXILE NEKIR   Hat diyarkirin ku êrîş bi qasî 300 mîtroyan dûrî Qereqola Sînor a Yenîkoyê pêk hatiye lê leşkeran mudaxileyê bûyerê nekirine. Êrîşa çekdarî ya li hemberî wesayîtê kete kamerayên termal ên qereqolê.   DOZGER AGAHIYA ‘ŞÊLANÊ’ DA ROJNAMEVANAN   Lêpirsîna têkildarî bûyerê didome. Dozgerê Komarê yê Mêrdînê Ekrem Yildiz, duh di agahiyên xwe yên ewil ên ne fermî yên li ser bûyerê de îdîa kir ku yek ji wan kesan ev êrîş qebûl kiriye û yên din jî qebûl nekirine. Dozger Yildiz diyar kir ku kesê êrîş qebûl kiriye gotiye, “Deynê me hebû. Ji bo em deynê xwe bidin me kir.” Dozger îdia kir ku kesên wî weke “2 hevalên hev” penase kirin, gotine ku wan “ji bo şêlanê bûyer pêk anîne.”