Li Elkê cerdevanek li mala xwe mirî hate dîtin 2023-01-20 11:53:28   ŞIRNEX - Li gundê Melêsê yê navçeya Elkê cerdevanê bi navê Şerîf Ogûrlû li mala xwe mirî hate dîtin.    Li gundê Melêsê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê cerdevanê bi navê Şerîf Ogûrlû li mala xwe mirî hate dîtin. Hate diyarkirin ku piştî malbat pê hesiya tîmên tenduristiyê agahdar kirin. Tîmên tenduristiyê cenazeyê Ogûrlû rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Hate îdiakirin ku Ogûrlû xwe kuştî ye.