Hevserokên HDP’a Amedê: Em ê nehêlin faşîzm serbikeve 2023-01-20 09:04:34 AMED - Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan destnîşan kirin ku di kongreya xwe de peyama "wê destûr nedin ku zilm û faşîzm bi ser bikeve" dane û gotin ku dê sala 2023’yan ji bo siyaseta demokratîk û aştîxwazan bikin sala serkeftinê.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê di 15’ê çileyê de bi dirûşmeya “Çareserî em in ji şer û kedxwariyê re na” 4’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Eywana ku kongre lê pêk hat tije bû û ji ber ku cih lê nema gelek kes ji derve kongreyê şopandin. Di kongreyê de li ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, binpekirina mafên girtiyan û girtin û blokekirina hesabê alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP'ê hat rawestandin.    Di kongreyê de Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan careke din ji bo hevserokatiya HDP’ê ya Amedê hatin hilbijartin. Her du hevserok piştî ku hatin hilbijartin der barê tecrîda li ser Rêveberê PKK’ê  Abdullah Ocalan de peyam dan û gotin ku heya tecrîd bidome wê li pêşiya demokrasî, aştî, çareserî, diyalog û muzakereyê astengî hebin.    ‘SALA 2023’YAN SALA FÎNALÊ YE’    Her du hevserok Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, der barê kongreyê de ji ajansa me re axivîn. Ceylan, bi bîr xist ku di şert û mercên ku desthilat êrîş tîne ser partiya wan de kongreya xwe li dar xistine û wiha got: “Me berê jî anîbû ziman; pêvajoya ku em têde dijîn, sala 2023’yan ji bo me jî ji bo desthilatê jî sala fînalê ye. Ev sal ji bo gele me pir girîng e. Deshilatê 24 saatan êrîşî siyaseta demokratîk û gelê kurd dike. Ev êrîş li zindanan wekî tecrîd didome. Ji ber vê tecrîdê di sala 2022'yan de 10 cenaze ji girtîgehan derketin. Girtiyên nexweşên giran û girtiyên infaza wan hatiye şewitandin nayên berdan.” Ceylan, bi lêv kir ku hêmû polîtîkayên qirêş ên li Tirkiyeyê tên meşandin girêdayî tecrîda îmraliyê ne û axaftina xwe wiha domand: “Heya ku tecrîda giran a li ser birêz Abdullah Ocalan neyê şikandin wê ne pêşiya aştiyek birûmetî ne jî pêşiya diyalog û muzekereyê bê vekirin. Ev şerê qirêj, zilm û zora li ser girtiyan wê bi dawî nabe. Ji ber wê jî peyama herî sereke ku di kongreya me de hat dayîn tecrîda li ser birêz Ocalan  bû. Êdî civak dibêjê tiştekî AKP û MHP bide wan tuneye. Ji ber wê jî divê li dijî faşîzma AKP û MHP’ê têkoşîn bê bilindkirin. Sala 2023’yan wê bibe sala têkçûyina AKP û MHP’ê û wê alîgirên aştî û demoksiyê bi serkevin.”   TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ZEXTAN    Di berdewamê de Ceylan, destnîşan kir ku di kongreya wan de li ser hilbijartinê jî hatiye rawestandin û der barê mijarê de ev tişt anîn ziman: “Pêvajoya hilbijartinê ji bo hezên demokrat, aştîxwaz û gelê me pêvajoyeke girîng e. Desthilat ji bo bikaribe bi serkeve çi lîstik û astengî hebin wê bike. Lê li dijî vê divê civak ji nirx û  saziyên xwe û pêvajoyê xwedî derkeve ku em bikaribin bi hev re vê faşîzmê hilweşînin. Di kongreya xwe de me ev peyama da; em ê destûr nedin ku zilm û faşîzm bi serkeve. Madem me ji sala 2023’yan re gotiyê sala fînalê, em ê  vê salê bi dostên xwe re ji bo gelê xwe, siyaseta demokratîk, aştîxwazan bikin sala serkeftinê. Bi vî awayî kongreyeke bi coş hat lidarxistin. Em bawer in ku bibin layiqê civaka xwe. Rast e astengî û zext hene lê li dijî vê yekê têkoşîna me jî heye, têkoşîna me wê bi xwe re serkeftinê bîne.”   ŞER BÊÇARESERIYÊ KÛRTIR DIKE   Hevserok Gulistan Atasoyê jî der barê kongreyê de diyar kir ku di şert û mercên averte de kongreya xwe pêk anîne û wiha got: “Ji aliyek ve doza girtina HDP’ê û ji aliyekê ve jî astengkirina alîkariya xezîneyê. Dixwazin ku xebatên me yên rêxistinî asteng bikin û têkiliya me ya bi girseyê re qut bikin. Lê ev di kongreya me de hat berovajîkirin û gel bêtir li partiya xwe xwedî derket.  Atasoy, bal kişand ser peyamên ku di kongreya wan de derketin pêş û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Daxwazên di kongreyê de hatin îfadekirin bi qasî pêvajoya hilbijartinê girîng bûn. Bi tecrîdê re kûrbûna polîtîkayên şerê taybet nîşanî me da ku desthilat dixwaze xwe li ser piya bihêle. Di pirsgirêka kurd de her ku diçe bêçareserî kûrtir dibe û xwe gihandina aştiyê jî ewqas dûr dikeve. Tecrîda ku desthilatê li Girava Îmraliyê li ser birêz Ocalan daye destpêkirin niha bandora xwe li tevî girtîgehan û civakê dike. Heke di pêşerojê de aştî û demokrasî bê avakirin divê li cihê ku pirsgirêk derketiye li çareserî bê destpêkirin. Ev jî rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan e. Bi vî avayî dikare demokrasî bê avakirin. Ev pisgirêk ne ku tene pisgirêka kurdan e. Sedema şer û krîza îro heyî tecrîd e. Ji bo ku ev rowş ji holê rabe divê di serî de muxalefet xwedî gotin be.”   DI NAVBERA WAN DE CUDAHÎ NÎNE!   Di berdewamê de Atasoyê destnîşan kir ku gel ji wan re dibêje ku deshilat ji xwe re misilman e û maseya 6 alî jî li gorî xwe demokrat e û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Derket holê ku di navbera desthilat û meseya 6 alî ve tu cûdahî nîne. Ji ber vê her diçe rêya 3’yemîn di nava gel de bi hêz dibe. Ji ber ku li ser heqîqetê xwe ava dike. Dixwazin ku polîtîkayên berê, ji  nû ve restore bikin û li gorî berê gel bi rê ve bibin lê ev qet ne pêkan e. Mîtînga Stenbolê ji bo gelan bû hêvî. Tifaqa Ked û Azadiyê heviyek da avakirin û siyaseta demokratîk bi xeta 3’yemîn rêyek nû nîşan da. Bi kelecana kongreyê jî aşkera bû ku wê HDP bi namzetê xwe bikeve hilbijartina Serokkomariyê.”    MA / Mehmet Guleş - Zerrîn Sargût