Bîranîna Hran Dînk: Bila tarîtiya li pişt cînayetê bê ronîkirin 2023-01-19 17:00:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera qetilkirina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk de ji bo hêzên tarî yên li pişt komkujiyê bên eşkerekirin û bên darizandin bang hat kirin.    Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 19’ê çileya sala 2007’an de ji aliyê tetîkkêş Ogun Samast ve li Stenbolê hatibû qetilkirin. Dînk di salvegera qetilkirina xwe ya 16’emîn de li gelek bajaran hat bibîranîn. Di bîranînan de peyama xwedî derketina têkoşîna Dînk hate dayîn û hate xwestin ku hêzên tarî yên li pişt komkujiyê bên aşkerakirin û darizandin.   EDENE   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê li Parka Înonu daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyê Dînk li ser li erdê hate dirêjkirin û qurnefîl danîn ser. Di bîranîna bi rêzgirtinê dest pê kir de her tim dirûşmeya “Em hemû Hrant in, em hemû ermen in” hate berzkirin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Edeneyê Yakûp Ataş ku metne daxuyaniyê xwend, diyar kir ku Dînk ji ber gotinên xwe yên aştî û biratiyê, nasnameya xwe di her firsendê de ji aliyê pergalê ve bi kuştinê gef lê dihat xwarin û wiha got: “Ne ketin pêş van gefên li Dînk hatin kirin û ji aliyê rêxistinên tarî yên kûr ve hate qetilkirin.”   ‘EM Ê XWEDÎ LI KEVOKAN DERKEVIN’    Ataş, diyar kir ku kujerên rast ên Dînk nehatin darizandin, hatin parastin û wiha berdewam kir: “Em daxwaza xwe ya ku komkujiya Hrant Dînk bi awayekî bi bandor were lêkolînkirin û bi cih anîna edaletê dubare dikin. Em ê xwedî li kevokan derkevin û Hrant Dînk di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.” Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   HATAY    Şaxa ÎHD’a Hatayê jî li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniya ku gelek kes amade bûn de li ser navê Komîsyona Li Dijî Nîjatperestî û Cihêkariyê ya ÎHD'ê Servet Üstün Akbaba metna çapemeniyê xwend. Akbaba, diyar kir ku Hrant Dînk wê di têkoşîna wam ya li dijî nîjadperestiyê de bijî.   ÎSKENDERÛN    Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê jî li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Metnê daxuyaniyê Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk xwend. Selçûk, xwest derheqê kuştina Dînk de lêpirsîneke bi bandor û berfireh were meşandin û got: “Weke parêzvanên mafên mirovan, heta ku li welatê me rûbirûbûneke rasteqîn bi paşerojê re bê kirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ENQERE   Înîsiyatîfa Bîranîna Hrant Dînk û Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê bi daxuyaniyekê Hrant Dînk bi bîr anîn. Di bîranîna ku parlamenterên HDP'ê Kemal Bulbul, Zuleyha Gûlûm û Zeynel Ozen û nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn de, pankartên bi nivîsa “Em hemû Hrant, em hemû Ermenî nê” û “Ji bo Hrant Edalet” hatin hilgirtin.   ‘DIVÊ TIRKIYE BI PAŞEROJA XWE RE HEVRÛ BIBE’   Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku divê Tirkiye bi paşeroja xwe re hevrû bibe û wiha got: “Ji roja ew qetilkirin ve, her tişt xerabtir diçe. Di qonaxeke em di nava serdemekê de jiyan, em fikirîn ku dibe ku bi pêvajoyeke aştiyê re careke din hawireke aştiyê pêk were, lê pêk nehat. Ev 8 sal in em di nava pevçûn û şerê çekdarî de ne û em dibêjin êdî bes e."    Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul diyar kir ku bîranîna Hrant Dînk ji bo bîranîna rastî, edalet û nirxên bilind ên mirovahiyê ye û got: “Kujerên Hrant Dînk, ku ji aliyê zaliman ve bi rengekî plankirî hate kuştin, îro hinek li wezaretê û hin jî li cihên din li ser peywîrê ne.”