Cezayê hefsê dan endama Meclisê ya HDP’î û velayeta zarokên wê jê standin 2023-01-19 16:45:35   AMED - Dadgehê 7 sal û 6 meh cezayê hefsê da endama Meclisa Şaredariyê ya HDP’î Bahar Karakaş Ulug. Her wiha biryar da ku heta Ulug cezayê xwe înfaz dike ji velayeta zarokên xwe bêpar bimîne.    Piştî ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qeyûm hat tayînkirin, ji endamên Meclisa Şaredariyê ya HDP’î Bahar Karakaş Ulug ji peywirê hatibû girtin. Ulug, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” dihat darizandin û danişîna wê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Ulug, ji Girtîgeha Jinan a Îzmîrê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerê Ulug, Yûsûf Çakas jî di danişînê de amade bû.   Dozger, mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir û îdia kir ku 22 çalakî û xwepêşandanên Ulug tevli bûye veguherîne “propagandaya rêxistinê” û li ser bangawaziya weşanên “Têkiliya wan bi rêxistinê re heye” jî tev li van çalakiyan bûye. Dozger, bi domdarî îdia kir ku Ulug weke aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyanî daye çapemeniyê, endama Komeleya Jinan a Rosayê ye û TJA û Komeleya Jinan a Rosayê jî avadaniyên “Qada civakî ya KCK’ê “ ne. Dozger xwest ku Ulug bi sedema “endamtiya rêxistinê” were cezakirin.    Ulug jî di parastina xwe de got ku endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye, endamtiya wê ya Komeleya Jinan a Rosayê nîne, çalakiyên ku tev li bûye piştî destûra walîtiyê hatine lidarxistin û xwest ku biryara beraetê were dayîn.    ÇALAKÎ DI ÇARÇOVEYA XEBATÊN SIYASÎ DE NE   Parêzer Yûsûf Çakas jî got ku tevahiya çalakî û xwepêşandanên ku muwekîla wî tevli bûye dikevin ber xebatên partiya siyasî û xwest ku miwekîla wî were berdan.    BIRYAR HAT DAYÎN   Dadgehê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê da Ulug. Her wiha biryar da ku heta Ulug cezayê xwe xelas dike ji velayet, vesayet û rayeyên qeyûmtiyê bêpar bimîne. Dadgehê li gel vê biryarê, her wiha bi şertê kontrola edlî Ulug tehliye kir.