Li girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir doz vekirin 2023-01-19 15:33:39   ENQERE - Derbarê girtî Ramazan Çeper ê li dijî lêgerîna tazî îtîraz kir de bi hinceta “Ji bo peywîrê nede kirin li ber xwe daye” doz hate vekirin.     Derbarê Ramazan Çeper ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Sîncanê tê ragirtin de, ji ber  di ketin û derketina cihê hewadariyê li dijî ferzkirina lêgerîna tazî ya gardiyanan îtîraz kiriye, bi hinceta “Ji bo peywîrê nede kiri li ber xwe daye” doz hate vekirin.    Çeper ê bi telefonê bi malbata xwe re axivî, wiha got: “Em ji xwe 23 saetan di hucreyên yek kesî de di bin tecrîdê de ne û bi tu kesê re têkiliya me nîne. Tenê rojê saetekê bi sê hevalan re destûr didin ku derkevin cihê hewadariyê. Di rewşeke wisa de jî di ketin û derketina cihê hewadariyê de lêgerîna tazî li me ferz dikin. Me jî dema îtîrazî vê ferzkirinê kir, bi lez û bez em derb kirin û xistin hucreyên me. Piştî ku em ji hev veqetandin, hatin hucreya min û tundî li min kirin. Her wiha ji ber dijderketina li lêgerîna tazî bi hinceta ‘Bi karmendê ser karê xwe peywîr nedaye kirin, li ber xwe daye’ doz li min hat vekirin. Ez ê di 15’ê sibatê de saet di 10.30’an de bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibim.”