TMMOB: Qeyûm dê xelkê ji cihê wan bike 2023-01-19 14:29:25   AMED - Hevberdevka ÎKK’a TMMOB’a Amedê Songul Aytek diyar kir ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû dê bi firotina 4 parselan xelkê ji cihê wan bike û pêşkêşî sermayedaran tê kirin.    Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Amedê têkildarî firotina 4 parselên li taxa Dokuzçeltîk a Amedê ku ji aliyê qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû ve tê firotin, li avahiya Odeya Endezyarên Ceyranê a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.    Hevberdevka ÎKK’a TMMOB’a Amedê Songul Aytek diyar kir ku bi sedan dikan û xaniyên welatiyan li wan parselan hene û li dijî firotina parselan li dadgeha îdareyê doz hatiye vekirin. Aytek da zanîn ku her çar parsel ji 50 doniman pêk tê û ev yek tê wateya talankirina mal û milkê xelkê. Aytek diyar kir ku qeyûm dê bi firotina 4 parselan xelkê ji cihê wan bike û ev parsel pêşkêşî sermayedaran tê kirin û ev jî ne li gorî prensîba dewleta sosyal e. Aytek anî ziman ku dê di 24’ê mehê de îhale pêk were û heke parsel werin firotin dê xelkê 45 sal in li taxê rûdinin were mexdûrkirin û perîşankirin.