Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn 2023-01-19 14:13:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî qetilkirina Jîna Emînî di 16’ê îlonê de, li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî hatibûn destpêkirin. Hat ragihandin ku rejîma Îranê ji bo têkbirina çalakiyan pêla girtin û binçavkirinê daye destpêkirin û zext roj bi roj girantir dibin.    Di 16’ê de bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî re li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên protestoyî dest pê kiribûn. Rejîma Îranê ku hewl dide serhildana gel têk bibe, zexta xwe ya girtin, binçavkirin û darazê girantir kir. Hat ragihandin ku pêla girtin û binçavkirinê ya li bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê roj bi roj mezintir dibe û di encama serdegirtinên malan de bi sedan kes hatine binçavkirin. Ji destpêka serhildana gel heta niha zêdetirî 20 hezar kes hatin binçavkirin, cezayê darvekirinê li 112 kesan hate birîn û herî kêm 16 kesan jî ji ber ku li girtîgehan baş nehatin tedawîkirin jiyana xwe ji dest dan.    NAYÊ ZANÎN BÊ KA POUR MOHAMMADÎ LI KU YE   Endamê Komeleya Çand û Civakî ya Nozînê ya Sineyê Soma Pour Mohammadî hate girtin û nayê zanîn bi ku de birine. Hat zanîn ku Mohammadî di heman demê de endamê lijneya komeleyê û endamê damezirîner e. Mohammedî xebatên zimanê kurdî dimeşand û di nava komeleyê de mamostetiya zimanê kurdî dikir. Nehat zanîn bê ka Soma Pour Mohammadî çima hatiye binçavkirin û têkildarî cihê lê tê ragirtin jî agahî bi malbat û parêzerên wî re nehatin parvekirin.    MUZÎKJEN HATE BINÇAVKIRIN    Di heman demê de Elmîra Rahmanî ku ji bahaiyên Îsfehenê ye û li Orkestraya Neteweyî ya Îranê û Orkestraya Flarmonî ya Îsfahanê derdikeve ser dikê jî di encama serdegirtina malê de hatiye binçavkirin û girtin. Di dema serdegirtinê de her wiha telefon, kompûter û alavên muzîkê yên Rahmanî jî hatine desteserkirin.    ZEXTA LI SER XWENDEKARAN   Xwendekarê bi navê Aghîgh Youaî ku li Zanîngeha Mazandaranê beşa endezyariya kîmyayê dixwend, dema ji wargeha xwendekaran derdiket hate girtin û Dadgeha Şoreşê ya Sarî salek cezayê hefsê li Youaî birî. Hat zanîn ku Aghîgh Youaî bi îdiaya “Propagandaya li dijî rejîmê” hatiye darizandin. Di heman demê de derheqê xwendekara Zanîngeha Bîrjandê Sara Askarîan de jî bi îdiaya “Heqaret li Îslamê kiriye” lêpirsîn hate destpêkirin û ji bo du serdeman qedexeya perwerdeyê lê hat birîn.