Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû taxekê derxist ber firotinê 2023-01-19 10:24:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Bajarê Nû ya di bin rêveberiya qeyûm de 4 parselên li taxa Dokuzçeltîkê ku gelek dikan û mal lê hene derxist ber firotinê.    Şaredariya Bajarê Nû (Yenîşehîrê) ya Navçeya Amedê di bin rêveberiya qeyûm de ye. Qeyûmê şaredariyê li taxa Dokûzçeltîk 4 parselan derxist ber firotinê. Ev parsel li nêzî Forûm AVM’ê ne û di 24’ê çile saet 10.00’an de îhaleya van parselan bê kirin. Paresel ji 50 doniman pêk tê û bi rêbaza teklîfa girtî dê were îhalekirin.    Bedelê temînata derbasdar a îhaleyê 5 milyon û 237 hezar e. Bedelê texmînkirî jî wek 174 milyon û 575 hezar lîre hat diyarkirin. Taksîta vê bedele ya ewil pêşin dê were dayîn û yê mayî jî wê ji du mehan carek 4 taksît bê razandin.    Li ser van parselên derxistine ber firotinê gelek mal û dikan hene.