'Çiqas êriş bikin em ewqas xurttir dibin' 2023-01-19 09:01:24 AMED - Welatiyên ku bertek nîşanî doza girtina HDP'ê û blokekirina hesabên wê yên alîkariya xezîneyê dan gotin ku ew çi qas êriş bikin ew ew qas xurttir dibin.    Doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) didome. Lê di 5'ê çile de AYM'ê biryar da ku hesabên alîkariya xezîneyê yên HDP'ê bên blokekirin. Rêxistina HDP'ê ya Amedê di van şert û mercan de dê bi dirûşma “Çareserî em in, ji şer û kedxwariyê re na”  4’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Welatiyên ku tevlî kongreyê bûn, bertek nîşanî doza girtina HDP'ê û blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê yên HDP'ê dan.   ‘HER ASTENGIYEK EM EM ZINTIR BÛN’   Welatiyê bi navê Fesîh Karadaş bibîr xist ku dê di nêz de hilbijartin çêbibe û armanca van pêkanînan jî ew e ku astengkirina HDP'ê ye. Karadaş wiha axivî: “Her çi qas astengiyan deynin ber partiya me jî, lê em ji bo hilbijartinê amade ne. Em li Kurdistanê bi partiyên Kurdistanî re û li metrepolên Tirkiyeyê jî bi çepgiran re tifaqê çêdikin. Navê îtîfaqa me jî 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê' ye. Em ê namzetê xwe diyar bikin. Îtîfaqa me, ne mafê gelê kurd tenê diparêze, mafê hemû gelan diparêze. Pêşketina siyaseta Rojhilata Navîn, ancax wisa çêbibe.”   Karadaş diyar kir ku di nava gelê Rojhilata Navîn de yên herî polîtîk gelê kurd e û ji ber vê jî guh li tu astengiyan nake û wiha pê de çû: “Her çi qas astengî hebin ji gelê kurd her tim di nava van astengiyan de rêya xwe dîtiye. Duh jî astengî li hemberî kurdan hebûn û wer xuya ye dê sibê jî astengiyan deynin ber gelê kurd. Lê her astengî li hemberê kurdan dibe cihê geşbûnê. Sed sal in kurdan gelek qetlîam û derbeyên leşkerî dîtine. Lê her tim rêya xwe dîtiye û dê vê carê jî bibîne."    ‘BIRYARA PARTIYA ME BIRYARA ME YE’   Abdûlhamît Nergîz jî got: “Partiya me çi biryarê bide em ê ji li gorî vê biryarê tevbigerin. Deriyê me ji hemû kesan re vekiriye, lê yê ku kurdan nexwazin kurd jî wan naxwazin. Partiya me namzetê xwe deyne, em ê bi ser bikevin, çimkî em rast in. Di dîrokê de gelek partiyên kurdan hatine girtin. Ji bo me navê partiyan û alaya wê hatiye guhartin, ma dikarin me bi qedînin na! Wan çi qas partiyên me girtine, em ew qasî geştir û mezintir bûne. Yanî partîgirtin heya niha tu encam negirtiye û dê negire jî. Ji îro şûn de jî em ê xurttir bibin. Em ne muhtacê tu partiyan in, ew muhtacê me ne. Çimkî partiya me, partiya demokrasî, wekhevî  û aştiyê ye. Li cem me talankirin, înkarkirin tune ye. Armanca me ne mafê kurdan tene ye, em mafê hemû gelên mezlûm û bindest diparêzin."   'EM NE MUHTACÊ TU PARTIYAN E, EW MUHATCÊ ME NE'   Adil Cengîz jî fikr û ramanên xwe yên der barê kongreyê de bi vî awayî anîn ziman: “Partiya me her tim bı rêya zane. Partiya me, ne muhtacê tu partiyan e. Bê girtin jî neyê girtin jî rêya xwe dizane. Di hilbijartinê de partî çi biryarê bide, gel jî yê tevlî vê biryara partiya xwe bibe. HDP, tu carî nayê girtin. Erê, belkî wekî nav bê girtin, lê dîsa jî gel li pişta partiya xwe ye."   ‘MUXALEFETA TIRKIYEYÊ HDP’YE’   Sadik Tosûn jî kongreya Rêxistina HDP'ê ya Amedê wekî bersiveke li dijî pêkanînên li hemberî partiyê nirxand û got: “Îro di siyaseta tirk de muxalefet nîn e. Muxalefeta heyî HDP dike. Ji ber vê ev qas êrîşî HDP'ê dikin. Ji ber ku HDP xwedî xeta Rêya 3’yemîn e û ji bo hemû gelan doza demokrasi, edelet, aştî û hiqûqê dike. Ji ber vê her kes xwe di nava HDP’ê de dibîne."   Tosûn destnîşan kir ku partiya wan heya niha rastî gelek zext û zordariyan hatiye, lê wan tu carî serî netewandiye û dê ji îro şûn de jî serî netewînin.   Kerem Canpolat jî der heqê doza girtina HDP’ê de jî got: "Ger partiya me bê girtin jî her tim alternatîf hene. Em ê dengê xwe bidin xwe. Îro ne muxalefeta tirk me qebûl dike ne jî îqtîdar me qebûl dike. Her du alî jî wekhev in. Em jî rêya sêyemîn esas digirin. Ew mecbûrî me ne, ne em mecbûrê wan in. Ji me re cudatî nîn e. Ha CHP mafê kurdan binpê kir ha AKP kir, tu cudatî nîn e. Divê mafê kurdan bi destûra bingehîn bê mîsogerkirin."    MA / Mehmet Guleş - Zerrîn Sargut