Cenazeyê Tûncer piştî 4 mehan li Serêkaniyê hat veşartin 2023-01-18 20:46:55     RIHA- Emrûllah Tûncerê HPG'yî ku 4 meh berê li Bestayê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Serêkaniyê hat veşartin.   Emrûllah Tûncer (Piling Qoser) ê HPG'yî ku di 30'yê Îlona 2022'yan de li herêma Bestayê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî kifşbûna encama DNA'yê cenazeyê wî ji Goristana BÊkesan a li navçeya Berwarî ya Sêrtê hat wergirtin. Malbatê cenazeyê Tûncer pir gundê Xidir Xelef ê navçeya Serêkaniyê ya Rihayê. Cenaze piştî wecîbeyên olî bi beşdarbûna bi sedan kesî li goristana gund hat veşartin.