Ji ber xerabûna SEGBÎS’ê doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin 2023-01-18 15:33:11   AMED - Danişîna doza Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ku jê tê darizandin, ji ber SEGBÎS baş nedixebitî û deng nediçû Gokkan, danişîn hat taloqkirin.    Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan girtî tê darizandin. Di sala 2021’an de derbarê Gokkan de 30 sal cezayê hefsê hatibû birîn. Beşa cezayê “propagandaya rêxistinê” ya dozê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin. Piştî vê xerakirina ceza danişîna dozê ji nû ve li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Gokkan ji Girtîgeha Amedê ya Jinan bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerên wê jî di danişînê de amade bûn.    Gokkan bi rêya wergerê kurdî xwest parastina xwe bike. Ji ber problema teknîkî ya SEGBÎS’ê û dengê kêm Gokkan di bihîstina deng de zehmetiyan kişand.    Parêzeran anî ziman ku ji ber vê pirsgirêka teknîkî û pirsgirêka nebihîstinê ya miwekîla wan, xwestin danişîna were miwekîla wan di danişînê de amade be.    Dadgehê daxwaz qebûl kir û danişînê taloqî 30’yê çile kir.