Derbarê 6 girtiyên li Girtîgeha Evînê de doza ‘şewatê’ hat vekirin 2023-01-18 14:56:40   ENQERE - Têkildarî şewata li Girtîgeha Evînê ya Tahranê derketibû derbarê 6 girtiyan de doz hat vekirin.    Li bajarên rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê protestoyên piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribûn, didomin. Li paytexta Îranê Tahranê gelek akîvîst, rojnamevan, xwendekar û akademîsyen tên ragirtin. Hêzên rejîmê li girtîgehê tundiyê li girtiyan dikin. Di 15’ê cotmeha 2022’yan de girtî li ber tundiyê û îşkenceyê rabûbûn û protesto kiribûn. Girtiyan şewat li girtîgehê derxistibûn û berxwedan li dar xistibûn. Rêveberiya girtîgehê ragihandibûn ku 4 kesan di çalakiyê de canê xwe ji dest daye. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihandibû ku gardiyanan 8 kesên li ber xwe dane, qetil kiriye.    Malpera Ettehad a li Îranê weşangeriyek alternatif û li ser mafê mirovan dike, diyar kir ku li ser daxwaza rêveberiya girtîgehê bi tawanbariya 6 girtiyan şewata li girtîgehê derxistiye doz vekiriye.    WEZARETA ÎSTÎXBARATÊ DOZ VEKIR    Li ser gilîkirina rêveberiya girtîgehê, Wezareta Îstîxbaratê derbarê 6 girtiyên siyasî yên li qawîşa 8’emîn dimînin doz vekir. 6 girtiyên siyasî yên ji ber nêrîna xwe ya polîtîk û çalakiyan li girtîgehê tên ragirtin, bi îdiaya “plansazî û koordîneya şewatê kirine” hatin tawanbarkirin.    Gelek rêxistinên mafên mirovan ên navenda wan li Ewropayê ne destnîşan kirin ku dibe ku şewat ji aliyê gardiyanan ve hatibe derxistin. Rêveberiya girtîgehê destûr neda ku li hundirê girtîgehê lêkolîn bê kirin.