Rapora Hevdîtinên bi Girtiyan re: Mafên rojnamevanan tên astengkirin 2023-01-18 13:18:40   ENQERE - Komeleya Lêkolînên Heqîqetên di Çapemenî û Heqîqê de bi rojnamevanên girtî re hevdîtin kir û di rapora xwe de diyar kir ku mafên rojnamevanan tên astengkirin û binpêkirin.    Komeleya Lêkolînên Heqîqetên di Çapemenî û Heqîqê rapora xwe ya bi sernavê “Hevdîtinên bi Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan re” weşand. Ji parêzerên Komeleyê, parêzer Gulan Çagin Kalelî li Girtîgeha Sîncanê bi Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezpotamya (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren Oznûr Deger ên di 29’ê cotmeha 2022’yan de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn girtin re hevdîtin pêk anî.    MAFÊ NÛÇEGIRTINÊ    Di rapora Komeleyê de hat diyarkirin ku rojnamevanên girtî tenê dikarin li televîzyonên wek A Haber, FOX û Haber Turkê temaşe bikin û rojnameya Yenî Yaşamê li gel daxwaz dikin jî nadin wan. Di raporê de hat gotin rojnamevanan diyar kiriye ku mafê wan ê nûçegirtinê tê astengkirin û ev mudaxileya li ser pîşeya wan e.    Di raporê de behsa sînordarkirina kotaya danîne pêşiya pirtûk û kovaran jî hat kirin û mafê xwegihandina computerê ku ji girtiyên din re tê nasîn bo wan nayê nasîn. Di raporê de hat gotin rojnamevan viya wek desteserkirina mafên xwe dibînin.    MAFÊN RAGINDAINÊ TÊN ASTENGKIRIN    Di raporê de hat destnîşankirin ku nameyên bo wan tên şandin dereng radestî wan tên kirin, kartpostal nadin nadin wan û nûçe û nivîsên ew dixwazin bişînin derve lê ev tê astengkirin. Di raporê de hat gotin rojnamevanan gotiye mafê wan ragihandinê tê sînordarkirin û astengkirin.    GIRTIN BINPÊKRINA DARAZANDINÊ YE    Di raporê de sepanên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan wek “burokratîk” hat pênasekirin û girtiyên têkildarî hewcedarî û pirsgirêkên xwe serlêdanan dikin ji bo pirsgirêkek tenê destûra daxwaznameyên giştî nayê dayîn û ji bo her pirsgirêkekê wan neçarî daxwaznameyên yeko yeko kirine. Di raporê de hat destnîşankirin ku ragirtina rojnamevanan a di girtîgehê de binpêkirina darizandinê ye û neheqî li rojnamevanan tê kirin.    ‘FERQA AZADÎ YE’    Di raporê de cih dane axaftina rojnamevan Bêrîvan Altan û wiha dibêje: “Li zindanê jî jiyanek heye. Meriv li girtîgehê carek din ferqa azadî û neazadiyê dibîne. 4 dîwar, bejna wan 92,5 cm ye, firehiya wan 32,5 cm ye. Helbet min vê bi pêlava xwe ya 37 nimro pîva. Dixwazi me di vî cihê teng de tengav bikin. Lê nikarin bi ser bikevin. Em li vir jî jinayek ava dikin, serpêhatî berhev dibin, çavdêrî tê kirin û em qawîşên cîran re jî têkiliya xwe xurt dikin. Em li vir ê jiyanek diafirînin.”    ‘EM Ê HER BINIVISÎNIN’    Di raporê de axaftina rojnamevan Habîbe Eren jî heye û wiha dibêje: “Tişta ku pêwîst bû çapemeniya azad kir. Dibe ku îktidar ji nûçey^ne me aciz be, lê bila ji bîr neke, çapemenî çavê sêyemîn e. Ji îktidaran, otorîteran serbixwe ye. Îktidaran kontrol dike, rxen dike, binpêkirinên wan  teşhîr dike. Titşa me kir jî ev e. Gelek jinan ji me re qala binpêkirinên mafên xwe dikirin. Sedema vê yekê jî ew binpêkirinên in. Em ê di her şert û mercan de binivisînin.”    BINPÊKRINA MAFÊN MIROVΠ   Di raporê de hat destnîşankirin ku tişta li girtîgehê rojnamevan pê re rûbirû dimînin binpêkirina mafên wan bingehîn û mirovî ye û ev binpêkirin li dijî mafên bingehîn û azadî û rêgezên mafên mirovan ên gerdûnî ne.