Doz li rojnamevan Deger hat vekirin: Qertê çapemeniyê nehat nasîn 2023-01-18 12:43:35   ENQERE - Israra rojnamevan Oznûr Deger a girtî ku dema şopandina nûçeyan de li dijî astengiya polîsan karê xwe kir weke “tevgerên ne li gorî pîşeya çapemeniyê” hate penasekirin û bû mijara dozê.    Derbarê nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin de, bi hinceta di 28’ê mijdara 2021’an de çalakiya xwendekaran a bi daxwaza “em nikarin debara xwe bikin” şopandiye di 19’ê kanûna 2022’yan de lêpirsîn hate destpêkirin. Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê birêvebirin temam bû. Derbarê 24 kesên bi Degerê re bi îdiaya “Ji bo peywîrê nedin kirin li ber xwe dan” û “Di civîn û meşên li dijî qanûnê de bêçek cih girtin û tevî hişyariyê jî bi xwe belav nebûn” îdianame hate amade kirin. Îdianameya ku dozger di çarçoveya xala 32/1’an a “Qanûna Civîn û Xwepêşandanan” û xalên 53’yemîn, 265/3 û 265/1 ên Qanûna Ceza ya Tirk de hate amadekirin, ji aliyê 18’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Enqereyê ve di 5’ê çileyê de hate qebûlkirin.    QERTÊ ÇAPEMENIYÊ NEHATE NASKIRIN   Di îdianameyê de israra Deger a weke rojnamevan çalakiyê dişopîne ya li dijî astengkirina polîsan weke “tevgerên ne li gorî pîşeya çapemeniyê” hate penasekirin. Qertê çapemeniyê yê JINNEWS’ê yê Deger a piştî êrişa polîsan nîşan da jî bi hinceta naşibe qertê ku ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê ve tê dayîn ji aliyê Miduriyeta Polîsan a Enqereyê û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve nehate naskirin.    ÎŞKENCEYA POLÎSAN   Deger a di îfadeya xwe de diyar kiriye ku polîs dîmen kişandina wê asteng dikin, li destê wê xistine û ji wir dûr xistine, ji aliyê polîsekî sivîl ve hedef hatiye nîşandan û pişt re jî bi kelemçeya bi paş ve hatiye binçavkirin. Deger, a anî ziman ku dema li wesayîta binçavkirinê siwar dikin derb dikin, dibêje ku tundiya polîsan li nexweşxaneya ku ji bo kontrola tenduristiyê birin jî berdewam kir.     DANIŞÎNA EWIL DI 8’Ê GULANÊ DE YE    18’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Enqereyê ku îdianame qebûl kir, biryar da ku ji Deger a di Zebta Tensîbê ya amadekir de girtî ye re îdianame û roja danişînê bê teblîxkirin, ji bo roja danişînê bi SEGBÎS’ê amade bibe ji girtîgehê re muzakere bê nivîsîn. Danişîna ewil a dozê wê di 8’ê gulanê de bê lidarxistin.