Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket 2023-01-18 12:06:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket. Li gorî agahiyên destpêkê zirarên madî hene.   Li depoyeke petrolê ya li nêzî Çerxerêya Şehîd Aras Xanîka ya taxa pîşeyî ya kevn a li rojhilatê Qamişloyê, şewat çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê, agirek gur li depoyê çêbûye û gelek xesarên madî hene.   Tîmên agirkujiyê yekser berê xwe dan cihê bûyerê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî tedbîrên pêwîst girtin û tevgera çûn û hatinê li wê kolanê qedexe kir.   Sedema şewatê nehat zanîn.