Parêzerê malbata Kûrkût: Ji destpêkê ve ev biryar dihat xwestin 2023-01-18 11:01:46   AMED - Parêzerê malbata Kemal Kûrkût, Serdar Çelebî biryara dadgehê ku ji bo polîsê kujer got, “cihê cezakirinê nîne” nirxand û got: “Ji destpêkê ve polîs diparêzin û ji roja roj ve dixwestin vê biryarê bidin."    Xwendekarê zanîngehê yê kurd Kemal Kûrkût di pîrozbahiya Newroza sala 2017’an a Amedê de ji aliyê polîs Yakûp Şenocakv e hatibû kuştin. Ev polîsê kujer ji doza kuştinê dihat darizandin. Di çarçoveya biryara ku Dadgeha Îstînafê da de, dîsa darizandin pêk hat. Danişîna ji nû ve ya li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê duh hat lidarxistin. Dadgehê derbarê polîs de biryara, “cihê cezakirinê nîne” da û carek din polîs hat parastin.    'MAFÊ JIYANÊ HAT BINPÊKRIIN’    Parêzerê malbata Kûrkût, Serdar Çelebî biryara dadgehê nirxand û bi bîr xist ku Kurkut bi guleya demançeya polîs Yakûp Şenocak hatiye kuştin û ev di rapora krîmînalê de jî derketiye holê û ji destpêka dozê ve dihat xwestin ku ceza li polîsê bersûc neyê birîn û duh vê armanca xwe pêk anîn.    Serdar Çelebî   Serdar Çelebî anî ziman ku bêyî ku sedemek li ber çav hebe Kemal Kûrkût li naverasta kolanê di pîrozbahiya Newrozê de bi çeka polîs hat qetilkirin û ev qetilkirin mafê jiyanê yê Kûrkût binpê kir.    'BÊCEZHIŞTINÊ JI DAXUYANIYA ‘XWEKUJ’ DEST PÊ KIR’    Çelebî destnîşan kir ku di kêliyên ewil ê bûyerê de Walîtiya Amedê daxuyaniya “xwekuj (bombeya zindî)” belav kiriye û got: “Refleksa parastian polîsê kujer ji wê daxuyaniya walîtiyê dest pê kir, yanî ‘polîtîkaya bêcezahiştinê’ ji kêliya ewil ve dest pê kir. Heke ne ji wêneyên rojnamevan Abdurrahman Gok bûya dê Kemal Kûrkût wek ‘xwekuj’ bihata ragihandin û belkî polîsê ku wî kuşt jî wek ‘leheng’ bihata ragihandin. Wêneyê rojnamevan nîşanî me da ku ciwanek bi hovîtî hatiye qetilkirin. Lêpirsîn tu demê bi awayek bandor nehat birêveirin. Jixwe sûcê ku bersûc kiriye, sabît e.    JI ROJA ROJ VE EV DIHAT XWESTIN   Tevî wêneyên rojnamevan û dîmenên wesayîta zirxî jî dide nîşandan ku polîs çawa sûc kiriye. Dadgehê biryara beraetê da. Çimkî divê ku polîs bihata parastin. Ji roja roj ve ev dihat xwestin. Biryara ‘ji cezakirinê re cih nîne’ diyar dike ku sûcek li gorî hiqûqê hatiye kirin. Yanî kuştina mirovekî li gorî hiqûqê tê dîtin. Eşkere dibêjin kuştin hiqûqî ye. Li gel ku her tişt eyan û beyan e jî lê dîsa polîs nehat cezakirin. Li gel ku Dadgeha Îstînafê dizane sûc ji aliyê kê ve hatiye kirin jî dîsa jî dibêje, ‘tu nikarî ceza bidî vî kesî’. Biryarek pir giran dan.”   Çelebî da zanîn ku ew ê îtîrazî biryarê bikin û heke rêyên hiqûqa navxweyî li wan bên girtin dê dozê veguhezînin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).    ÇI BÛBÛ?   Kemal Kurkut ê 23 salî û ji Semsûrê bû, xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê ya Meletiyê bû.   Di 21’ê Adara 2017’an de di dema Newroza Amedê de di xala kontrolê ya polîsan de li ser Kolana Evrîm Alataş a li nêzîkî Parka Newrozê polîsan gule bera wî dan û heta ku rakirin nexweşxaneyê Kurkut mir.   Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” û herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.   Rojnamevan Abdurrahman Gok di kêliya bûyerê de 8 wêneyên Kurkut li ser hev dikişîne û ev wêne kêlî bi kêlî bûyerê rave dikin ku Kurkut çawa hatiye kuştin û ew ne “xwekuj” bûye.    Di encama lêkolîn ango rapora laboratuvara krîmînalê ya polîsan de hat tespîtkirin ku gule ji demançeya polîs Yakûp Şenocak derketiye. Desteya Disiplînê ya Emniyeta Amedê di encama lêpirsîna îdarî de Şenocak ji wezîfeyê girt lê belê li ser biryara Dadgeha Îdareya Herêma Dîlokê polîs paşve vegeriya ser wezîfeya xwe.    7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 17’ê mijdara 2020’an de derbarê polîs Yakûp Şenocak de ji ber têrnekirina delîlan biryara beraetê da. Dadgeha Îstînafê ya Herêma Amedê biryara dadgehê xera kir û li ser vê yekê carek din doz hat lidarxistin. Lê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran vê carê jî biryara, “ji bo cezakirina polîsê bersûc Yakûp Şenocak cih nîne” da.