Mele Korkmaz: Astengkirina veşartina cenaze binpêkirina fermana Xwedê ye 2023-01-18 09:06:33   AMED - Endamê DÎAY-DER'ê Mele Zekî Korkmaz destnîşan kir ku bîr û baweriya mirov çi dibe bila bibe gava jiyana xwe ji dest da divê demildest bê veşartin û got: "Ger astengî li ber veşartinê bên danîn, ev dibe zilm û binpêkirina fermana Xwedê."    Li Tirkiyeyê tahdeya li dijî cenazeyan, binpêkirina mafê veşartin û şîndanînê di salên dawî de zêde bûye. Herî dawî polîsan li Mûşê êriş biribû ser cenazeyê hunermend Mîr Perwer ku di 23'yê Kanûna 2022'yan de tevî Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî û Abdurrahman Kizil ku li paytexta Fransayê Parîsê hatibû qetilkirin.   Endamê Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Alimên Oli (DÎAY-DER) Mele Zekî Korkmaz polîtîkaya dewletê ya li hemberî cenazeyan nirxand û got ku binpêkirina mafê veşartinê, binpêkirina fermana Xwedê ye.    Zekî Korkmaz   ‘MAFÊ VEŞARTİNÊ HEYE’   Mele Zekî Korkmaz bi ayeta Îsrayê dest bi axaftina xwe kir û got ku dema mirovek jiyana dest bide ji kîjan nijadî dibe bila bibe, bîr û baweriya wî çi dibe bila bibe mafê wî yê veşartinê heye û divê demildest bê veşartin. Korkmaz wiha domand: "Ger astengî li ber veşartinê bên danîn, ev dibe zilm û binpêkirina fermana Xwedê. Ev nêzîkatî ne di olê de ne di exlaqê de, ne di civakan de û ne jî di mirovahiyê de heye. Em dikarin bibêjin yên wisa dikin ji mirovatiyê nesîbê xwe negirtine û ji însanetiyê dûr in.”   Korkmaz ji pêxemberê îslamê mînakek da û got: "Dema cenazeyek derbas dibe pêxember radibe ser xwe. Ev tişt nîşan dide ku pêxember ew qas hurmet daye cenaze. Gava radibe sehabeyê wî dibêje, 'ya pêxemberê Xweda ev cenazeyê xeyrî mislîmekî bû.' Pêxember dibêje, 'Beriya her tiştî ew mirov bû.' Ew kes rojê 10’an caran êrîşî pêxember dikir, lê pêxember dîsa jî ji ber cenazeyê wî rabûye ser xwe."   Korkmaz da zanîn ku ola îslamê ola edaletê ye û dijminatiyê red dike û wiha pê de çû: "Di hedîsê de wiha tê gotin, kî diziyê, nijadperestiyê bike, ne ji me ye. Yê ku zilmê bike, ew nijadperest e, ew ne ji me ye. Mirovek dema mir ji kîjan nijadê dibe bila bibe, baweriya wî, ola wî çi dibe bila bibe mafê wî yê veşartinê heye. Êdî ev kes bêguneh dimîne û eger astengî li ber veşartinê bên danîn, ev êdî dibe nijadperestî. Ev dide xuyakirin ku ew kes para xwe ji mirovatiyê negirtine."   ‘BÊDENGÎ GUNEHKARÎ YE’   Korkmaz bang li meleyan û her kesî kir ku li ber vê zilam û zordariya li cenazeyan tê kirin rabin û bertekê nîşan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eger li hemberî vê bertek neyên nîşandan, ev dibe gunehkarî. Divê temamê mirovan bertek nîşan bidin. Gerek însan hurmeta hev bigrin, zilmê li hev du nekin. Hedîsa dibêje ku 'Ey însan! tu misilman bî yan tu yahûdî bî ferq nake, beriya her tiştî, tu mirov î û divê tu alîkariya birayên xwe bikî. Evên ku astengiyê datînin ber veşartina cenazeyan an jî êriş dikin, ji mirovatiyê dûr in."   ÊRIŞ Û TAHDEYA LI CENAZEYAN   Di çend salên dawî de ji êrişên li cenazeyan û goristanan hatine kirin hin jê bi vî awayî ne:    * Cenazayê Endama Kongreya Jinên Azad ( KJA) Kevser Elturk (Ekîn Wan) ku di 10'ê tebaxa 2015'an de li navçeya Gimgimê ya Mûşê hatibû qetilkirin, hatibû teşhîrkirin.    * Haci Lokma Bîrlîk ku di 3'yê cotmeha 2015’an de li Şirnexê ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin, cenazeye wî bi pişt wesayîta zirxî ve hatibû girêdan û bi erdê ve hatibû kaşkirin.    * Cenazeyê Cemîle Çagirga ya 10 salî ku di dema qedexaya derketina derve ya di 2015’an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû ragihandin, bi rojan li malê di sarincê de hatibû sekinandin.    * Cenazeyê dayika Taybet Înan a 57 salî ku di 9'ê kanûna 2015’an, di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê de ji aliyê tîmên taybet ve hatibû qetilkirin, 7 rojan li kuçeyê mabû.    * Rozerîn Çûkûr ku di 8'ê çileya 2016’an di dema qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê hatibû qetilkirin, gora wê 4 mehan vala mabû.    * Cenazeyê endemê HPG'ê Egît Îpek (Kemal Berxwedan) ku di 23’yê gulana 2017’an de li Girê Xelasorê ya Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, di 10'ê nîsana 2020’an de di hundirê qabekê de bi rêya postayê ji malbata wî re hatibû şandin.    * Di navbera 8-17'ê kanûna 2017'an de Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê bi makîneyên karî hatibû xerakirin û nêzî 300 cenazeyên endamên PKK'ê jê hatibûn derxistin. Paşê hatibû hînkirin ku cenaze di hundirê qutiyên plastîk de li Goristan Kîlyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin û ji van cenazeyan heya niha tenê 23 jê radestî malbatên wan hatine kirin.    * Cenazeyê endamê HGP'ê Zindan Yenî ku di îlona 2021’ê de li li gundê Pirejmanê yê navçeya Pîranê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 8 mehan di qutiyekê de radestî malbatê wî hatibû kirin.    * Hestiyên Hakan Arslan ku di dema qedexeya derketina derve ya di 2’yê kanûna 2015’an de li navçeya Sûrê hatibû ragihandin de ji dest dabû, piştî 7 salan cenaze di tûrikekî de radestî bavê wî hatibû kirin.   * Polîsan êrişî cenazeyê hunermend Mîr Perwer kiribû ku di 23’yê Kanûna 2022'yan de tevî Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî û Abdurrahman Kizil ku li paytexta Fransayê Parîsê hatibû qetilkirin, kiribû û nehiştibûn kes tev li merasîma cenaze bibe.