‘Em ê krediyê bikişînin, ji xwarina xwe kêm bikin û piştgiriya HDP'ê bikin' 2023-01-18 09:05:16   STENBOL - Welatiyên ku bertek nîşanî blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê yên HDP'ê dan gotin ku dê krediyê bikişînin, nexwin û venexwin û alîkariya partiya xwe bikin.    Li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome. Lê di 5'Ê Çileyê de AYM'ê biryar da ku hesabên alîkariya xezîneyê yên HDP'ê bên blokekirin. Ev biryara AYM'ê bû cihê bertekên mezin. Welatiyên ku di 15'ê Çileyê de tevlî mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê bûn, gotin ku çi ji destê wan bê dê alîkariya HDP'ê bikin.    Ji welatiyan Ozcan Çetîn, anî ziman ku HDP gelê kurd temsîl dike û gelê kurd heya niha bi alîkariya xezîneyê têkoşîna xwe nedomandiye û ji niha û pê ve jî dê nedomîne. Çetîn bilêv kir ku ew karker e û bi zorê kirêya xwe dide, lê dîsa jî dê alîkariya HDP'ê bike û got: "Ez ê biçim krediyê bikişînim, bikim 10 texsît, ez naxwim û venaxwim ez ê têbikoşim. Ez ê di sindoqê de wan perîşan bikim."    ARMANC ÇI YE?   Adîle Azîzoglû jî bilêv kir ku blokekirina hesabên HDP'ê nayê qebûlkirin û armanca doza girtina HDP'ê qirkirina 20 milyon kurdên li vî welatî ye. Azîzoglû destnîşan kir ku bi vî awayî tê xwetsin ku pêşiya kurdan bê girtin û got: "Ji lew re em kurd doza mafên xwe û zimanê xwe dikin. Desthilat jî li dijî vê ye û dijminatiya kurdan dike. Dixwaze hemû tiştên aîdê kurdan ji holê rake." Azîzoglû da zanîn ku ew ê li dijî doza girtinê û blokekirina hesabên HDP'ê têbikoşin. Em ê ji dil û can xwedî li partiya xwe derkevin. Heke HDP bê girtin dê partiyeke nû were vekirin û em ê têkoşîna xwe ji cihê mayî bidomînin."   HDP TEVGERA GEL E   Serhat Mîrzeoglû jî diyar kir ku HDP bi alîkariya xezîneyê nehatiye vê astê û got: "Li pişta wê piştgiriyeke gelekî mezin a gel heye û lewma dê her tim li ser pêyan be. HDP, tevgera gel e."   ‘HEWCE BIKE EM Ê XWARINA XWE KÊM BIKIN   Munîr Azîzoglû jî destnîşan kir ku HDP ne bi alîkariya xezîneyê, bi alîkariya gel li ser pêyan e û wiha got: "Qethiyen em vî tiştî qebûl nakin. Em li pişta partiya xwe ne. Heke hewce be em ê ji xwarina xwe kêm bikin û bidin partiya xwe. Heya ku gel li pişta partiyê be, partî dê tim li ser pêyan be û bi ser bikeve."    GELÊ RÊXISTINKIRÎ   Ayşe Aksoy jî bilêv kir ku desthilat dixwaze bi pereyan kurdan terbiye bike û wiha axivî: "Em ne ew girse ne ku bi pereyan û bi birçîbûnê bên terbiyekirin. Lewra em gelekî polîtîk û rêxistinkirî ne. Heke bivê em ê bi pereyê di berîka xwe de çay û şekirê partiya xwe bikirin. Nikarin me bi van tiştan terbiye bikin."    ‘RÊYA ME YA SÊYEM HEYE'   Aksoy diyar kir ku ev doza girtinê ne ya ewil e û wan ji bo her tiştî amadekariyên xwe kiriye û got: "Di vî warî de alternatîfa me Rêya Sêyem heye. Ez dixwazim zanibin ku gava HDP bê girtin, em ne gelekî bê çare û partî ne. Em ê di her şert û mercî de hebin. Em gelê kurd ji aboriyê bigire em ê bi her tiştê xwe li pişta partiya xwe bin. Çawa ku me heya niha partiya xwe li ser pêyan hiştiye, ji niha û pê ve jî em ê wisa bikin."    MA / Rûkiye Adiguzel