Tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameyê berneda 2023-01-18 09:04:44   WAN - Rojnamevan Orhan Karaagar, tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameya Ozgur Gundemê berneda. 30 sal in kiryarên Karaagar nehatine eşkerekirin.    Di ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar re 30 sal derbas bûn. 30 sal in kiryarên Karaagar ku êvarekê gava diçû malê ji aliyê hin kesên çekdar ve hat qetilkirin, nehatine eşkerekirin. Karaagar ku di dema darbeya 12'ê Îlonê de 2 sal û nîvan di Girtîgeha Amedê de ma, piştî hat berdan li Wanê bû yek ji damezrînerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD). Karaagar ku di sala 1991'ê de, di Rojnameya Ozgur Gundemê de dest bi kar kir, bi dehan caran bi mirinê gef lê hatin xwarin. Lê Karaagar tevî hemû gefan jî got "heya sax bim ez ê rojnameyê belav bikim" û dest ji karê xwe berneda. Karaagar ku di 19'ê çileya 1993'yan de li navenda Wanê hat qetilkirin, heya roja hat qetilkirin jî bênavber rojnameyê belav kir.    Eşref Karaager, birayê Orhan Karaagar got: "Mirovekî baş û şoreşger bû. Ez dibêm ev divêtiyeke mirovbûnê bû. Karaktera şoreşgeriyê di xwe de bi cih kiribû. Me jî ew bi vî rengî nas kir. Piştî darbeyê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Amedê. Piştî hat berdan, hat Wanê di rojnameyê de xebitî."    'HERÎ DAWÎ MIN BIRAYÊ XWE DÎT'   Eşref Karaagar diyar kir ku birayê wî di demeke wisa de ku li Tirkiyeyê cinayetên kiryar nediyar zêde çêdibûn rojname belav kiriye û wiha axivî: "Em hemû bifikar bûn. Bi taybetî jî hevjîna wî û dêya min ditirsiyan ku bê qetilkirin. Lê tevî hemû zext û çewisandinan jî Orhan Ozgur Gundemê ji xwe re wekî qada jiyanê bijartibû. Zanibû mirin tê de heye, lê dîsa jî belav dikir. Berî bê qetilkirin, herî dawî min ew dît. Êvarî ez ji kar derketim û çûm çarşiyê. Ez û wî di rê de leqayî hev hatin. Di destê wî de kîsikê nên hebû. Min pirsî bê diçe ku derê, got dê biçe malê. Got, em bi hev re biçin malê. Lê min got, 'karê min heye' û ez pê re neçûm. Kekê Orhan jixwe beriya vê bûyerê hatibû binçavkirin û çend rojan di binçavan de mabû. Di binçavan de gef lê hatibûn xwarin ku dest ji belavkirina rojnameyê berde. Paşê li çarşiyê karê min qediya û ez çûm malê. Çawa ketim hundir, dêya min pirsa birayê min kir. Min ji dêya xwe re got, min ew saet li dor hefê êvarî dîtiye û di destê wî de nan be rbi malê ve diçû."    ROJA HAT QETILKIRIN   Eşref Karaagar bilêv kir ku piştî vê axaftina wî û dêya wî bi demeke kurt, polîsan li deriyêw an xistiye û wiha pêde çû: "Derî lê ket. Min got 'birayê min e' û ez çûm ku derî vekim. Ên hatibûn pol,sên sivîl bûn. Gotin, divê tu werî qereqolê. Gava dêya min îtiraz kir, polîsan got, 'tiştek tune ye, dê gavekî din vegere.' Ez bi polîsan re derketim. Rasterast ez birim cihê ku birayê min lê hatibû qetilkirin. Cenazeyê birayê min li wir, li erdê bû. Birayê min qetil kiribûn. Kiryarên wî zevt nekirin û wekî kiryar nediyar ma."    KIRYAR NEHATIN DARIZANDIN   Karaager bibîr xist ku piştî birayê wî hatiye qetilkirin bi demekê, îtirafkar Mûrat Îpek û Mûrat Demîr di kovarekê de der barê bûyerê de axivîne û got: "Suîqasteke ku karê ekîba wan bûye. Lê berî ew bên ekîba Kadîr Karataş ev kiriye. Gava me ev di hevpeyvînê de dît, me got 'çi hewce be dê dewlet bike.' Em li bendê man sekinî, lê piştî wextekê hin elemanên Hîzbulahê anîn dadgehê. Lê kes ji ber vê dozê nehat mehkûmkirin, wisa kiryar nediyar ma."    ‘TU TIŞT NEGUHERIYE'   Karaagar destnîşan kir ku 30 sal derbas bûne lê hê jî zextên li ser çapemeniya azad didomin û wiha got: "Pêvajoyeke hîn xirabtir heye. Hîn bêtir rojnamevanên muxalif û rewşenbîr girt ne. Lê tevî hemû zextan jî em ne bêhêvî ne. Em bawer dikin ku roj bê dê hin tişt biguherin û cinayetên kiryar nediyar eşkere bibin."