Walîtiya Şirnexê gef li welatiyan xwar û got ‘hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirin’ 2023-01-18 09:01:57 ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê gef li welatiyên ku bêyî agahiya wan darên wan tên birîn û li dijî vê derdikevin xwar. Ji welatiyan Ahmet Koluman got ku walîtiyê gefa betalkirina tapûyên wan lê xwariyê û wiha got: “Ji me re gotin; ‘we bivê û nevê jî em ê daran bibirin.’ Lê me bikujin jî em ê dev ji vê doza xwe bernedin.”    Talankirina daran a li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Cilênimêja ya girêdayî Şirnexê ya bi destê cerdevanên Sêgirkê ya Qilebanê û leşkeran ve didome. Darên welatiyan bêyî agahiya wan têne birîn û malbatan heta niha gelek serlêdan kirine. Lê belê ev serlêdan bêencam dimînin. Malbatên ku ji bo pêşîlêgirtina daran têkoşîna hiqûqî didin jî rastî gefan tên. Yek ji van welatiyan jî Ahmet Koluman ê ji herêma Cîniwer a Bestayê ye. Koluman heta niha du caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, Fermandariya Leşkerî ya Şirnexê, Walîtiya Şirnexê, Baroya Şirnexê, Midûriyeta Daristanan a Şirnex û Rihayê daye lê hemû serlêdanên wî bêbersiv hatin hiştin. Dema Koluman cara duyemîn serî li Walîtiya Şirnexê û Fermandariya Leşkerî ya Şirnexê dayî gef lê hatin xwarin. Koluman têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî.    PÊVAJOYA HIQÛQÎ DAN DESTPÊKIRIN   Ahmet Koluman, diyar kir ku darên li ser erdê wan ê tapûkirî bêyî agahiya wan tên birîn û wiha got: “Li Bestayê ji ewil li herêma Navyanê dest bi birîna daran kirin. Li dijî vê hinek hewldanên me çêbûn. Min li gel gundiyên me 2 caran serî li Serdozgeriya Şirnexê da. Me 2 caran daxwazname dan Walîtiya Şirnexê, 2 caran serî li Midûriyeta Daristanan a Şirnexê û Fermandariya Leşkerî ya Şirnexê da. Lê me tu encam jê negirtin. Me ji bo vê mijarê parêzerk girt û pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Doza me hêj berdewam dike. Me tapûyên xwe teslimî parêzer jî kirin. Lê Walîtiya Şirnexê bi betalkirina tapûyan gef li me xwarin. Ji me re got; ‘Heke hûn wiha berdewam bikin em ê tapûyên we betal bikin.’ Hêj niha jî darên me dibirin. Dar xelas kirin. Heke ev darên li herêmê nebirîbûna, ev dar heta sed salên din jî têra me dikirin.”    GEFÊN WALÎTIYÊ   Di berdewamê de Koluman anî ziman ku ew ê heta dawiyê li dijî tunekirina xwezaya herêmê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û wiha domand: “Banga min ji bo AKP, MHP û CHP'ê jî heye; ew jî welatiyên vê axê ne. Divê ku piştgiriyê bidin me û em pêşî li ber birîna daran bigirin. Çend mirovên nexêrxwaz hatine ketine darên me, benên me, gihûşkên me, karçînên me, tiriyê me dibirin. Li ser xwezaya me komkujiyê dikin. Li dijî vê gelê me jî bêdeng ma. Daxwaza me ji gelê me heye ku her kes destê xwe bide ber. Em hemû berûyê darekî ne. Her kes bila destê xwe bide me û vê komkujiyê bisekinin. Walî ji me re got; ‘Hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirin. Pêwîst bike em ê 500 cerdevanan li wir peywirdar bikin ku êdî hûn neçin wê derê jî. Xurtî jî be em ê bibirin. Ewlehiya leşker û cerdevanekî ji daristanên we çêtir e.’ Heke ku ev doza hiqûqî ya ku me daye destpêkirin encam negire pêwîst bike em ê heta Ewropayê biçin. Çi dibe bila bibe em ê dest jê bernedin. Ew bikujin jî û komkujiyê jî bikin em dev ji doza xwe bernadin."    'DIVÊ EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN'   Koluman, bêdengiya li dijî talankirina xwezaya herêmê rexne kir û axaftina xwe wiha qedand: “Niha ji sedî 30’î daristanê hatiye birîn. Divê ku em li dijî vê bisekinin. Çaveke mirov diteqe em destê xwe didin ber yê din. Heke hindik jî mabe divê em xwedî lê derkevin. Xelk ditirse û li malên xwe rûniştî ne. Ewilî li ser bajarên me komkujî kirin, talan kirin û xerab kirin û niha jî heman tiştî li ser dar û daristanên me dikin. Ew ji me re mabûn lê wan jî qetil dikin. Tevî vê em xwe bêdeng dikin. Çavkaniya me ya debarê ev ax e û me debara xwe li ser wê derê dikir. Dar bên birîn em nikarin sewalkariyê bikin. Em diçûn Midûriyeta Daristanê û wan ji me re digot; ‘Leşkeriyê ji me re nivîs şandiye, em nikarin tiştek bikin.’ Em diçûn Fermandariya Leşkeriyê wan ji me re digot; ‘Herin Midûriyeta Daristanê.’ Her yek ji wan berê me dida yên din. Rayedarên Şirnexê tevek hevalên wan in û hevalên pereyan in. Bajêr xerab bûye, tune dibe ev ne bi xema wan e. Hema tenê pereyê wan hebe, besî wan e.”    MA/ Zeynep Durgut