ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2023-01-18 09:00:44     * Parêzerê OHD'î Ferdî Yamar diyar kir ku tu hevdîtineke CPT'yê yên li Îmraliyê nebûye cihê guherandina tiştekî û got: "CPT û Tirkiye şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne."   * Gelê Efrînê li dijî êrişên dewleta tirk ên bi hinceta “ewlehiyê” û bi tevlibûna hêzên paramîlîter û teknîka herî pêşketî pêk anîn, 58 rojan berxwedaneke dîrokî raber kirin.    * Rojnamevan Orhan Karaagar, tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameya Ozgur Gundemê berneda. 30 sal in kiryarên Karaagar nehatine eşkerekirin.    * Welatiyên ku bertek nîşanî blokekirina hesabên alîkariya xezîneyê yên HDP'ê dan gotin ku dê krediyê bikişînin, nexwin û venexwin û alîkariya partiya xwe bikin.    * Endamê DÎAY-DER'ê Mele Zekî Korkmaz destnîşan kir ku bîr û baweriya mirov çi dibe bila bibe gava jiyana xwe ji dest da divê demildest bê veşartin û got: "Ger astengî li ber veşartinê bên danîn, ev dibe zilm û binpêkirina fermana Xwedê."    * Hevşaredarê Hîzanê yê berê Îhsan Ûgûr ku girtî ye ji ber kurdî silav daye hevalek xwe tedawiya wî nehatiye kirin û wî ji nexweşxaneyê vedigerînin girtîgehê. Derbarê wî de lêpirsîna dîsiplînê hatiye destpêkirin û mehek cezayê sohbet û sporê lê hatiye birîn.    * Walîtiya Şirnexê gef li welatiyên ku bêyî agahiya wan darên wan tên birîn û li dijî vê derdikevin xwar. Ji welatiyan Ahmet Koluman got ku walîtiyê gefa betalkirina tapûyên wan lê xwariyê û wiha got: “Ji me re gotin; ‘we bivê û nevê jî em ê daran bibirin.’ Lê me bikujin jî em ê dev ji vê doza xwe bernedin.”    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 681'emîn de berdewam bike.    * Danişîna 11'emîn a doza rojnamevan Azîz Orûç û Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû jî di nav de 6 kesên tên darizandin dê li Dadgeha Agiriyê bê lidarxistin. (09.00)   * Dadgeha Bilind cezayê Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan a girtî xera kiribû. Danişîna dozê dê ji nû ve li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza rojnameger Ferhat Parlak dê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (09.00-17.00)   * Nobeda Edaletê ya parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîda Îmraliyê dane destpêkirin dê di roja 20'emîn de li ber Deriyê Meclisê berdewam bike. (11.00)   * ESP li dijî tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li Îzmîrê dabû destpêkirin dê îro jî bidome û dê ESP'a Stenbolê jî têkildarî çalakiyê li ÎHD'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00-18.00)    * Danişîna endamê Meclisa Ciwanên HDP'ê yê berê Husamettîn Tanrikûlû dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (13.30)    * Rêxistina HDP'ê ya Karşiyakaya Îzmîrê bi beşdariya Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal li avahiya xwe têkildarî polîtîkayên tundiyê û şer gotubêjek li dar bixe.  (14.00)