Akarê xwe li Sûrê şewitand hat veşartin 2023-01-17 23:59:34   AMED - Cenazeyê Mehmet Akarê ku li navçeya Sûrê li Birca Keçikê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe şewitandibû, hat veşartin.   Cenazeyê Mehmet Akar (25) ku duh êvarî li Birca Keçikê ya Sûra Amedê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe şewitandibû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Axmeşatê yê Sûrê hat  veşartin.   Beriya cenaze li gundê bê veşartin, gund ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin.   HATIBÛ DERPÊŞKIRIN KU HATIYE REVANDIN   Hacîre Akar bi îdiaya ku HDP’ê lawê wê Mehemt Akar şandiye çiyê, di 22’yê Tebaxa 2019’an de li ber avahiya HDP’ê ya Amedê rûniştibû. Pişt re Mehmet Akar ku xwe li bajêr veşartibû, hatibû ba dêya xwe. Mehmet Akar, 8 rojan li Midûriyeta Polîsan a Amedê hatibû sekinandin û cezayê hepsa malê lê hatibû birîn. Piştre derketibû holê ku Hacîre Akar li ser arastekirina Wezareta Karên Navxweyî çûye li ber HDP’ê rûniştiye. Piştî ku Akar çûbû malê di 19’ê Cotmeha 2019’an de hatibû zewicandin.    Akar beriya xwe veşêre jî ragihandibû ku malbata wî dixwaze wî bi darê zorê bizewicîne û wî jî li dijî vê yekê xwe veşartiye.   BÛBO TAŞ   Bubo Taş jî di 12’ê Çileyê de li Sîteya Pîşesaziyê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê xwe şewitandibû û jiyana xwe ji dest dabû. Taş beriya çalakiyê vîdoeyek belav kiribû û gotibû ew li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bedena xwe dide ber êgir.