Dêya Mîr Perwer jiyana xwe ji dest da 2023-01-17 20:31:41   WAN- Fîlîz Aydin, dêya Mîr Perwerê ku li Parîsê hat qetilkirin, jiyana xwe ji dest da.    Fîlîz Aydin, dêya hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ku di 23'yê Kanûna 2022'yan de li paytexta Fransayê Parîsê tevî endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî (Emîne Kara) û Abdûrrahman Kizil di êrişeke çekdarî de hatibû qetilkirin, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Hat hînkirin ku Aydin ev demeke ji ber enfeksiyonê dihat dermankirin û îro danê êvarî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.    Hat diyarkirin ku cenazeyê Fîlîz Aydinê anîne Mûşê û dê li cem gora Mîr Perwer bê defin kirin.