Abdullah Canan ku 27 sal berê hatibû qetilkirin hate bibîranîn 2023-01-17 16:53:45   COLEMÊRG – Abdullah Canan ku di 17’ê çileya sala 1996’an de li ser rêbeja Colamêrg-Wanê de hatibû binçavkirin û piştre jî cenazeyê wî hatibû dîtin, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Welatiyê bi navê Abdullah Canan di 17’ê çileya sala 1996’an de li ser rêbeja Colemêrg-Wanê ji hêla leşkeran ve hatibû binçavkirin û piştre jî cenazeyê wî yê ku îşkence lê hatibû kirin hatibû dîtin. Canan, li ser gora xwe hat bibîranîn. Ji bo Canan, li ser gora wî ya li mezraya gundê Berfircanê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ên Colemêrgê, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede, endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan û malbata Canan tev li bîranînê bûn.    LI SER GORA XWE HAT BIBÎRANÎN   Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Serokê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Yûsûf Çobanoglû axivî û wiha got: “Di laşê Canan de 7 gule hatin dîtin. Piştşî serlêdanên sûc û dozan, hat gotin ku fermana kuştinê serdar Mehmet Emîn Yurdakul daye leşkeran. Tevî vê yekê jî derheqê faîlan de tiştek nehat kirin û bi necezakirinê hatin xelatkirin. Ji bo ku faîlên Abdullah Canan bên darizandin ev bû 27 sal ku em têdikoşin. Dê ev têkoşîna me bidome.”    Keça Canan, Edîbe Canan jî wiha got: “Bavê min di bin çavan de hate windakirin û qetilkirin. Kujerê bavê min serdar Mehmet Emîn Yurdakul, Nîhat Yîgîter û Kahraman Bîlgîç e. Em ê têkoşîna bavê min bidomînin.”    ‘KUJER HATIN PARASTIN’   Piştre jî Parlamenterê HDP’ê Saît Dede axivî û ev tişt anî ziman: “Heke li Tirkiyeyê edalet pêk bê, bila kujerên ku di gelek bûyeran de tiliya wan heye derxînin holê û bên cezakirin. Îktîdara heyî digot ku dê bi van sûcan re hevrû bibe. Lê mixabin edalet pêk nehat. Em naxwazin ku bêhtir dayik û malbat hêj edalet nedîtin biçin. Dê têkoşîna me bidome û hemû kujer bên dîtin. Ev kujer ji hêla hinek derdoran ve hatin parastin. Heke rojekê edalet were divê ji vir dest pê bikin.”