Ozer: Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin 2023-01-17 16:15:35 WAN - Hadî Ozer ê 70 salî ku bi hevjîna xwe Makbûle Ozer re bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” hatibû girtin, wiha got: “Min nedizanî ka çima hatim girtin jî. Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin.”    Hadî Ozer ê 70 salî ku di 9’ê gulana 2022’yan de bi hevjîna xwe Makbûle Ozer re bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” li navçeya Artemêt a Wanê hatibû girtin, duh cezayê lê hatibû birîn xelas kir û hate berdan. Cezayê Makbûle Ozerê jî salekê hatibû taloqkirin û di 7’ê îlona 2022’yan de hatibû berdan. Hadî Ozer ê têkildarî pêvajoya girtîgehê ya 8 mehan axivî, diyar kir ku di encama bêbextiyekê kete girtîgehê.    ‘TIŞTA LI ME HATE KIRIN REWA BÛ?’   Hadî Ozer, diyar kir ku beriya ku bikeve girtîgehê jiyaneke ji rêzê ya gund hebû û wiha got: “Me karê xwe dikir, bi karên mala xwe re mijûl bûn. Me karê sewalvaniyê dikir, tiştekî din nedikir. Pişt re bêbextî li me kirin û em hatin girtin. Ez di vî temenê xwe de ketim girtîgehê, tişta li me hate kirin rewa bû? Li girtîgehê hin binpêkirinên mafan hebûn. Mînak xwarin nebaş dihat, em neçar dibûn ku ji kantînê bixwazin. Li qawişê têkiliyeke me ya hevaltiyê ya baş hebû. Mirovên ku ez pê re mam ji min re gelek rêz digirtin. Min pirsgirêkek nejiya.”   ‘TEVÎ KU SÛCEKÎ ME NEBÛ JÎ HATIN GIRTIN’   Ozer, bi bîr xist ku li girtîgehê 8 meh û 8 rojan maye û ev tişt gotin: “Ji ber xwendin û nivîsandina min nebû, nekarî pirtûkan bixwînim lê bi hevalan re sohbet dikir. Carna em derdiketin cihê hewadariyê, êvaran jî min nûçe temaşe dikirin. Ez her tim di nava qawişên de dimeşiyam, wexta rûdiniştim bêhna min teng dibû. Min ji vê pêvajoyê tiştek fêm nekir. Min ji edaletê jî tiştek fêm nekir. Min nedizanî edalet dê çawa pêk were, girtîbûm û li hundir bûm. Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatime girtin. Tevî ku sûcekî me nebû jî hatin girtin.”