Bulbul ê HDP’î: Hewl didin kesê êrişî cemxaneyan kirî xelas bikin 2023-01-17 14:56:11   ENQERE - Ji bo kesê êrişî cemxaneyên li Enqereyê kiribû rapora “hişê wî ne li serê wî ye” hatibû amadekirin. Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul bertek nîşan da û got ku hewl didin sûcdar xelas bikin.    Di 30’ê tîrmeha sala 2022’yan de li dijî Cemxaneya Şah-i Merdan, Cemxaneya Anafatma û Navenda Giştî ya Weqfa Turkmen Alevî Bektaşî yên li Enqereyê êriş hatibûn kirin. Piştî êrişê jî kesê bi navê Ahmet Ozan K. hatibû girtin. Ji bo Ahmet Ozan K. rapor hat amadekirin û hat gotin ku “hişê wî li serê wî nîne.” Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Antalyayê Kemal Bulbul bertek nîşanî raporê da.    Bulbul, da zanîn ku polîtîkaya necezakirina êrişên sîstematîk ên li dijî civaka elewî berdewam e û wiha got: “Kesê ku di 30’ê tîrmeha sala 2022’yan di dema rojiyên Kerbelayê de êrişî saziyên elewiyan kiribû hate girtin. Di 30’ê çileya 2023’yan de jî danişîna vî kesî hebû. Beriya danişînê derheqê vî kesî de raporek hate amadekirin û hat gotin ku hişê wî li serî wî nîne. Ev yek, hewldana xelaskirina sûcdar e. Polîtîkaya necezakirinê didome. Îktîdara AKP-MHP’ê li gorî kefneşopiya dewletê tevdigere.”