Tevî biryara AYM’ê jî heman ceza dan faîlê Alî Îsmaîl Korkmaz 2023-01-17 13:15:31 ENQERE - Xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin. Danişîna ewilî ya piştî biryara AYM’ê ya têkildarî qetilkirina Korkmaz hate lidarxistin. Dadgehê, heman ceza ku 7 meh û 15 roj bûn da polîsê faîl Huseyîn Engîn.    Xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz di dema çalakiyên Geziyê de li Eskîşehîrê ji hêla polîsan ve bi lêdanê hatibû qetilkirin. Doza têkildarî qetilkirina Korkmaz, bi hinceta “ewlehiyê” li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Kayseriyê hate lidarxistin. Di dozê de 7 meh û 15 roj cezayê hefsê li polîsê faîl Huseyîn Engîn hatibû birîn. Piştî serlêdana îtîrazê, Dadgeha Makeqanûnê (AYM) biryara dadgehê betal kiribû. Danişîna ewilî ya piştî biryara AYM’ê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Kayseriyê hate lidarxistin.    MUTALAAYA DOZGER: BIRÎNDARKIRINA QESDÎ   Di danişînê de dozger xwest ku polîsê faîl Engîn ji ber “birîndarkirina qesdî” were cezakirin. Dadgeh li gorî mutalaaya dozger tevgeriya û bi sedema “bi sivik birîndar kiriye” 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê da faîl Engîn. Di heman demê de ji bo 5 mehan biryara tunebûna mafan da.    ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’   Malbata Korkmaz têkildarî biryara dadgehê li pêşiya Edliyeya Kayseriyê daxuyanî da. Dayika Korkmaz, got ku nayê qebûlkirin ku ji bo ciwanekê bi lêdanê hatiye qetilkirin cezayeke weke 7 meh û 15 rojan were dayîn û da zanîn ku dê têkoşîna wan bidome.    Kekê Korkmaz, Gurkan Korkmaz jî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kilr: “Em ê vê biryara ku rêya Dadgeha Bilind vekiriye bidin temyîzê. Ji bo ku em bersûcan ne tenê di lîsteya danişînan de lê di girtîgehê de jî bibînin dê têkoşîna me bidome.”