Ji ber îdiayên emniyetê hevdîtina bi rojnamegeran re tê astengkirin 2023-01-17 12:29:02 ENQERE - Ziyaretvanên ku rojnamegerên girtî ji bo hevdîtinê navên wan nivîsandine, bi sedema îdiaya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ku dibêje “hevdîtinên rêxistinî ne” tên redkirin.    Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Salman Guzelyuz, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin û Denîz Nazlim û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, di 29’ê cotmehê de hatibûn girtin. Daxwaznameyên rojnamegeran ên ji bo serdanan tên redkirin.    HEWL DAN MA’YÊ KRÎMÎNALÎZE BIKIN    Ji ber ku serlêdanên ji bo serdanan bi hinceta “fikaredar e” hatin redkirin, rojnamegeran li Dadgeriya Înfazê ya Bati ya Enqereyê îtîraz kiribûn. Ev îtîraza rojnamegeran jî bêencam ma. Rojnameger Ceylan Şahînlî ji bo serdanê navê hempîşeya xwe Yusra Batihan nivîsandibû lê Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê bi hinceta ku Batihan di MA’yê de dixebite got “ev rewşeke fikaredar e” û daxwaza Şahînlî red kir.    JI EMNIYETA ENQEREYÊ ‘QENAETA TEQEZ’   Di girteka lêkolînê ya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ku ji Dadgeriya Înfazê re şandî de hat destnîşankirin ku şaxên midûriyetan tu agahî yan jî belge bi dest nexistine lê xebitîna Batihan a li MA’yê weke sedem hate nîşandan. Di girteka lêkolînê de wiha hat gotin: “Hevdîtina ku dê bi şexsa qeyda wê ya îstîxbarî re heye were kirin weke ‘hevdîtineke rêxistinî’ hatiye nirxandin. Mijara kirin an nekirina hevdîtinê dê ji hêla we ve bê nirxandin.”    SEDEM: ÇÊKIRINA NÛÇEYAN   Her wiha Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê jî têkildarî redkirina serlêdana nûçegihanê MA’yê Hakan Yalçin, nûçeyên derheqê binpêkirinên li girtîgehan weke hincet nîşan da. Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê di sedemê de wiha got: “Agahî hatine bidestxistin ku têkildarî girtî û hikûmxwarên li girtîgehê nûçeyan çêdike û ev nûçe ji bo ajîtasyon û propagandayê tên belav kirin.”