ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2023-01-17 09:00:48     * Li Çiyayê Kurmênc ango Efrîn di heyama rejîma Sûriyê de hemû nasname û bawerî tune dihatin hesibandin. Di heyama Şoreşa Rojava de ji sedhezaran kes re bû stargeh û warê jiyanek azad û wekhev. Lê niha di bin dagirkeriya hêzên paramîlîter de li ber xwe dide.    * Welatiyên ku di mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang kirin, gotin ku Ocalan dê bi yekîtiya gelan azad bibe.    * Li Mehmet Ozenê PKK'yî ku 26 sal in girtiye û di Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F'yê de ye, 6 sal û 3 meh ceza hat birîn. Dadgehê biryara xwe spart îfadeya şahidê veşarî yê winda, şahidê eşkere ku îfadeya xwe guherandiye û nivîsa ku Girtîgeha Amedê şandiye.    * Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku zêdetirî 21 meh in agahî jê nayên girtin serî li CPT’yê dan û jê xwestin ku tavilê rapora xwe ya têkildarî serdanê eşkere bike.   * Berdana girtî Songul Bagatirê ku 30 sal in girtiye û di Girtîgeha Kandira ya Tîpa T'yê de ye, ji ber ku "poşmanîtî" qebûl nekiriye 6 mehan hat taloqkirin.    * Li Şirnexê beriya hilbijartinê hîmê nexweşxaneya ku bi salan e nayê çêkirin, hat avêtin. Rêveberê SES a Şaxa Şirnexê Mûrat Ozbey diyar kir ku desthilat çêkirina nexweşxaneyê veguherandiye rantê   * Derhênerê lîstika “Seyrana Li Çeper” û gelek lîstikên din Nazmî Karaman têkildarî şanoya kurdî axivî û got: “Di şanoya kurdî de ruhekî azad heye. Gelek çîrokên me hene lê mixabin nivîskarên em tune ne binivisînin.”   * Endamê Komeleya Ekolojiyê Zekî Kanay diyar kir ku dewlet bi helwestekî dijminane êrişî xwezaya Kurdistanê dike û wiha got: “Em çiqas bertekên xurt nîşan bidin ewqas dikarin pêşî li vê qirkirine bigrin.”   * Rewşa girtiyê nexweş Zubeyir Îdem giran dibe. Hevjîna wî Salîha Îdem, diyar kir ku ji ber lêgerîna nava dev qebûl nakin nayên tedawîkirin û destnîşan kir ku hevjînê wê nedikare xwarin bixwe ne jî bimeşe.    * Danişîna ewil a doza nexweşxaneyê ku sê ferdên Malbata Şenyaşar lê hatibûn qetilkirin dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin. (09.30)   * Danişîna doza kujerê Kemal Kurkut, Yakûp Şenocak ê ku polîs e dê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. (09.00-17.00)   * Çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan ku ji aliyê ESP’ê ve li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. (10.00-16.00)   * Rêxistinên ked û pîşeyî dê têkidlarî doza Komkujiya 10'ê Cotmehê li Navenda Giştî ya KESK'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.30)   * Nobeda Edaletê ya parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîdê dane destpêkirin dê di roja 19'emîn de berdewam bike. (11.00)    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan dê li Meclisê di komkucivîna partiya xwe de biaxive. (12.45)    * Endamên Desteya Şêwirdariya HDP'ê dê têkildarî doza girtina HDP'ê û blokekirina alîkariya xezîneyê li otêlek Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (14.00)