Li Amedê welatiyekî xwe şewitand 2023-01-16 23:19:53   AMED - Li navçeya Sûrê ya Amedê ciwanekî xwe şewitand. Ciwanê ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.   Li Birca Keçikê ya navçeya Sûrê ya Amedê ciwanekî temenê wî li dor 25 salan û navê wî nehat hînkirin, agir berda bedena xwe. Piştî kesên li derdorê haya polîsan pê xistin, gelek polîs û tenduristkar hatin cihê bûye û agirê xwe li laşê ciwanê navê wî nehat hînkirin girtibû tefandin.   Tenduristkaran ciwanê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hat hînkirin ku rewşa ciwanê ku piraniya laşê wî şewitiye xedar e.