Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn 2023-01-16 14:12:33   NAVENDA NÛÇEYA - Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan ket meha 5’emîn. Gel carek din peyama biryardariya ku dê serî rakirina “Jin jiyan azadî” berdewam bikin da.   Di meha îlona 2022’yan de jina kurd Jîna Emînî li Îranê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Piştî vê qetlê gelê rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê li seranserî welat dest bi serî rakirinê kiribûn û 5 meh in xwepêşandan berdewam dikin. Tevî zext û qetilkirina xwepêşandanan jî çalakiyan 4 meh li pey xwe hişt û di meha 5’emîn de bi biryardarî dewam dike. Gel li 8 navçeyên Tahranê derketin şaneşînên malên xwe û li dijî rejîma Îranê dirûşm berz kirin. Xelkê Îranê peyama ku dê heta ku bihîjin armanca xwe dê çalakiyên xwe bidomînin da û gotin ew ê li ber xwe bidin. Xwendekarên zanîngehê jî çalakiyên xwe yên protestokirina rejîmê didomînin.    BINÇAVKIRIN DIDOMIN    Li bajar û navçeyên rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîmê hewl didin ku çalakvanan bikin binçavan. Navên 50 welatiyên li Ciwanroyê hatibûn binçavkirin eşkere bûn. Hat diyarkirin di serî de li Sine, Seqiz, Dêwlan, Bokan û gelek bajarên din gelek kes hatine binçavkirin.