Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin 2023-01-15 11:06:34   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 678’an a çalakiya Nobeta Edaletê de wiha got: “Em ê edaleta hatiye sekinandin bi hev re bînin. Ji bo edaletê em ê di 17’ê çileyê de li Meletiyê bin.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 678’an de berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de deriyê edliyeyê girtî ye, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Hemû kes bêedaletiyê ku ev çar sal in li me tê kirin, dişopîne. Her kesê ku tu menfaetê wan bi îktîdara siyasî re nîne xwedî li doza me derket. Doza me EDALET e. Em ê edaleta ku hatiye sekinandin, bi hev re bînin. Ji bo edaletê em ê di 17’ê çileyê de li Meletiyê bin.”