Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome 2023-01-15 11:03:11   ÎZMÎR - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Jinan a Şakranê ku li dijî binpêkirinan hatiye desptêkirin di roja 14’an de berdewam dike. Parêzer Serhat Arli diyar kir ku raya giştî ya demokratîk û parastvanên mafên mirovan di vê mijarê de zêde hesas tevnagerin lewma jî şert û mercên li girtîgehan roj bi roj xerabtir dibin.    Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê li dijî binpêkirinên weke hejmartina li ser pêyan, girankirina mercên tecrîdê, bisînorkirina pirtûkan û hewaderiya hevpar, di 2’yê çileyê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Her 10 rojan carekê komeke cuda grevê dewr digire. Çalakî bi mebesta hişyariyê hatiye destpêkirin. Çalakî ji ewil ji hêla nivîskar Leyla Saraç ve hate destpêkirin. Hat gotin ku piştî Saraç, di 12’ê çileyê de girtiya bi navê Hediye Ozturk çalakî dewr girt.    MAFÊN HERÎ BINGEHÎN TÊN ASTENGKIRIN    Ji parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê parêzer Serhat Arli ku di 13’ê çileyê de çûbû serdana girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin kiribû, diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li girtîgehan hêj bêhtir hatiye girankirin û wiha got: “Mafên herî bingehîn ên girtiyan jî tên astengkirin. Rêveberiya girtîgehê û aliyên edlî guh nadin daxwazên girtiyan. Hemû rêyên hiqûqî û îdarî yên ku girtî ji ber binpêkirin û zextan serî lê bidin hatine girtin. An jî bersiv nayên dayîn. Girtiyên ku me pê re hevdîtin kirin diyar kirin ku tenê rêya greva birçîbûnê li pêşiya wan ma ye û wan jî ji neçarî serî li vê rêyê daye. Mînaka vê ya herî dawî jî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a di 2’yê çileyê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê hatiye destpêkirin e. Tekane daxwaza girtiyan ew e ku mafên wan ên bingehîn neyên binpêkirin û bêhiqûqiyên heyî bidawî bibin.”    BANGA HESTIYARIYÊ    Parêzer Arli axaftina xwe wiha qedand: “Divê ev sepanên derhiqûqî bi dawî bibin. Hewceye raya giştî ya demokratîk û parastvanên mafên mirovan di vê mijarê de bêhtir hestiyar tevbigerin. Ji ber ku ev yek nayê kirin, girtî neçar dimînin ku bikevin greva birçîbûnê. Jixwe şert û mercên wan giran lê îcar hîn girantir dibin.”