ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-15 09:00:38   * Binevş Agal ku bi têkoşîna xwe ya li Cizîrê nemir bûbû, navê wê li her malê ser zimanê her kesî ye û weke efsaneyekê tê bibîranîn. Xwişka Agal, Xanê Agal diyar kir ku Binevş qet ji koka xwe dûr neket û wiha got: “Ew weke keçeke êzidî bi çanda xwe ya kurdewarî mezin bû.”    * Hevserokê TUAY- DER a Amedê Rifat Yakût tekildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bal kişand ser bêdengbûna partiyên muxalîf û wiha got: “Partiyên muxalîf qala çareserkirina pirsgirêka kurd û demokrasiye dikin lê li dijî tecrîdê bêdeng in. Heta tecrîd ranebe pirsgirêka kurd jî çareser nabe û demokrasî jî nayê vî welatî.”   * Di şaredariya Şirnexê ya ku ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin de Midûriyeta Polîtîkayên Jinan tune ye. Di şaredariyê de 20 yekîne hene û ev yekîne tevek ji aliyê midûrên mêr ve tên birêverin. Her çiqas endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’î ji bo avakirina qadên jinan pêşniyar kiribin jî ev pêşniyar hatin redkirin.    * Li dibistaneke Yenîşehîr a Amedê xwendekarê bi navê N.L. dikeve xefika çeteya tiryakê. Malbata wî ferq dike û zarokê xwe ji xefika tora hişbirê rizgar dike. N.L. bang li zarok û ciwanan kir ku hay ji xwe hebin.    * Danişîna ewil a doza nexweşxaneyê ya Malbata Şenyaşar dê di 17’ê çileyê de li Meletiyê bê lidarxistin. Parêzerên malbatê banga beşdariya dozê kirin û gotin ew neçarin bibin piştevanê têkoşîna Emîne Şenyaşar.    * Nivîskarê lîstika “Kûçikê Stalîn” Zinar Ataman diyar kir ku şano ji bo zindîhiştina ziman, çand û dîrokê girîng e û wiha got: “Armanca me ya sereke ew e ku em bi awayek azad li her deverê derkevin pêşberî temaşevanan û hebûna xwe bidin nîşandan.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 678’an de berdewam bike.    * Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê bi dirûşma "Çareserî em in, ji şer û kedxwariyê re na" 4’emîn Kongreya Asayî li eywana Dawetê ya Demîrokê li dar bixe. (10.00)   * Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê bi mijara "Li girtîgehan binpêkirina mafan, tecrîd û astengkirina mafê tenduristiyê" li otêleke bajêr panelê li dar bixe. (11.30)   * Tifaqa Ked û Azadiyê bi dirûşma "Em ji feqîrî, şer, zextan re bêjin bes e. Em bi hev re biguherînin" dê li Qada Kartala Stenbolê mitîng li dar bixe. (13.00) ZINDÎ   * Şaredariya Silopiya dê li eywana xwe ya konferansê ji bo dengbêjên jin dîwanê deyne. (13:00-16:00)