Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin 2023-01-14 16:30:45   STENBOL - Dayikên/Mirovên Şemiyê xwestin faîlên Abdullah Canan ê beriya 27 salan hatibû binçavkirin û qetilkirin bên cezakirin.   Dayikên Şemiyê ji bo li aqubeta windayan bipirsin û ji bo bersûc bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixistin. Piştî Qada Galatasarayê li wan hat qedexekirin şûnde di hefteya 929'an de bi rêya onlineyê çalakiya xwe li dar xistin. Di vê çalakiyê de dosyaya Abdullah Canan ê di 17'ê Çileya 1996'a de ji Geverê diçû Colemêrgê hat binçavkirin û piştî mehekê şûnde cenazeyê wî hat dîtin, parve kirin. Hate xwestin ku faîlên Canan bên cezakirin.    Daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Mûkaddes Şamiloglû xwend. Şamîloglû diyar kir ku ji ber daraz ne bêalî ye loma jî pirsîna hesab tê astengkirin û got: “Hiqûq bûye alavê rejîma otorîter.”   SERBAZ YÛRDAKÛL GEF LI WÎ XWAR   Şamîloglû pişt re çîroka Abdullah Canan wiha parve kir: “Abdullah Canan ê 43 salî li Geverê karsaz bû. Ji ber li herêmê binpêkirinên mafan rû didan û malbata wî dibû hedef loma serî li dozgeriyê da. Bi 7 xizmên xwe re serlêdan kirin. Giliyê serbazê bi navê Mehmet Emin Yurdakûl kirin. Pişt re Yurdakûl, Canan û 2 kesên din ên gilîyê wî kiribûn gazî tabûrê kir. Xwest dev ji giliyên xwe berdin. Abdullah Canan dema got ew dev ji giliyê xwe bernadin loma jî serbaz Yurdakûl gef li wî xwar. Piştî van bûyeran çend rojan Abdullah Canan, di 17'ê çileya 1996'an de ji bo biçe Colemêrgê ji Geverê vegeriya.   HAT ÎNKARKIRIN KU HATIYE BINÇAVKIRIN   Li gor beyanên şahidan li ser rêya Gever û Wanê erebeya wî hat sekinandin û hat binçavkirin. Ew bi wesayita zirxî birin Tabura Komando ya Çiya ya Geverê. Malbatê serî li meqamên navxweyî û navneteweyî hemûyan da. Lê belê hat înkarkirin ku hatiye binçavkirin. Di 21'ê sibata 1996'an de cenazeyê Canan ê îşkence lê hatibû kirin ji aliyê gundiyan ve hat dîtin. Canan bi guleyên ji mesafeya kurt hatibû berdan ve hatibû kuştin. Dest, ling û devê wî girtî danîbûn ber qewareke li ser rêya navçeya Gever û bajaroka Bajêrgehê ya girêdayî Geverê.”   LI SER FERMANA YÛRDAKÛL, FERMANDAR NÎHAT YÎGÎTER KUŞTÎ YE   Şamîloglû di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî qetilkirina wî malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê da û giliyê Mehmet Emîn Yûrdakûl kir. Li Tabura Geverê Kahraman Bilgiç îtiraf kir ku Canan bi îşkenceyê lêpirsîn kirine. Li ser fermana Mehmet Emîn Yûrdakûl, fermandar Nîhat Yîgîter Canan bi çekê kuştî ye. Di 12'ê mijdara 1999'an de derbarê hemû bersûcan de biryara beratê hat dayin. Malbatê li ser vê yekê di 1'ê kanûna 1997'an de doz bir Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê(DMME). Navê bersûcan diyar e lê bê ceza hatin hiştin.”   DARIZANDINA BERSÛCAN TÊ ASTENGKIRIN   Pişt re kurê Abdullah Canan, Tayyup Canan axivî. Tayyup da zanîn bavê wî hatiye kuştin û got divê dawî li mijara ketiye ber demboriyê bê û got: "Darizandina bersûcan ji aliyê sîstemê ve tê astengkirin. Lêkolîneke cidî nayê kirin. Em ê windayên xwe ji bîr nekin. "