Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist 2023-01-14 16:30:01 AMED - Endamê MYK yê DBP’ê Mehmet Şîrîn Tunç di kongre ya 78’an de axivî û bal kişand ser çalakiya Veysî Taş ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe şewitand û got: “Divê em xwedî li vê çalakiyê derkevin û ji bo tecrîd bê rakirin têkoşîna xwe berfirehtir bikin.”  Komeleya 78’an a Şaxa Amedê Kongreya xwe ya Asayî ya 6’emîn li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a li navçeya Rezan a Amedê li dar xist. Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Rêveberên DBP’ê, HDP’ê û Partiya Çep a Kesk, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjevanên Kurd, Komeleya Şex Saîd  û Dayikên Aştiyê di kongreyê de amade bûn.  Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir.    ‘LI DIJÎ TECRÎDE TÊKOŞÎNA XWE MEZINTIR BIKIN’   Di kongreyê de Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) DBP’ê Mehmet Şîrîn Tunç axivî. Tunç anî ziman ku li girtîgeha Îmraliyê bi tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan hovîtiyek mezin tê meşandin û wiha got: “Nêzî 2 sal in ku hevdîtin bi birêz Ocalan re nayê kirin. Ji bo protestoya tecrîde hevalê Veysî  (Bubo) Taş canê xwe da ber agir. Divê em jî xwedî li vê çalakiyê derkevin.  Em bejna xwe li ber vê çalakiyê ditewînin. Ji bo tecrîd bê rakirin divê em jî têkoşîna xwe berfirehtir bikin.”   ‘DIVÊ EM BÎRA XWE ZINDÎ BIHÊLIN’   Pişt re jî Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk e Amedê Abbas Şahîn axivî. Şahîn jî bi lêv kir ku piştî darbeya 1980’î li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek kes hatin girtin û îşkenceyên hovane li Zindana Amedê qewimîn. Şahîn destnîşan kir ku armanca îşkenceyan tunêkirina netewekî bû û got: “Lê di heman demê de ew îşkence jî bû sedema şiyarbûna gel. Bû destpêka têkoşînê. Ji ber wê divê em nifşên 78’an weke bîrekê bibînin. Armanca pergala faşîzmê yek jî jê ji hole rakirina bîrê gelê kurd e. Li dijî vê yekê divê em jî bîra xwe her tim zindî bihêlin.”   Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat û rêveberiya nû ya Komeleya 78’an hat diyarkirin.    Navên kesên ji bo rêveberiya komeleyê hatine bijartin wiha ne: Ahmet Ertak, Halise Batagi, Ahmed Gezen, Mehmet Balyan, Yûsûf Kaptan, Telhat Emra, Şehmûz Doku.