Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe 2023-01-14 15:38:41   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku rewşa girtiyê nexweş Cemal Tanhan her ku diçe xerab dibe û xwest demildest were berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 436’emîn de çalakiya xwe ya heftane li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cemal Tanhan ê li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê têr agirtin.    REWŞA TENDURISTIYA CEMAL TANHAN GIRAN DIBE    Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Cemal Tanhan ê di sala 1955’an de hatiye dinê 29 sal in girtî ye û wiha got: “Rewşa Cemal Tanhan di havîna 2022’yan de nebaş bûye û rewşa wî xerab bûye. Serî li bijîşk daye lê piştî 4 mehan tehlîlên wî hatine girtin. Di tehlîlan de diyar bûye ku gelek nexweşîn pê re hene. Li gel k udu rojan di beşa nihêrîna awarte de hatiye hiştin, lê bêyî ku rewşa wî baş bibe şandine girtîgehê. Nexweşiyên wî yê cidî hene. Nexweşiya tansiyon û dil pê re heye. Di gurcik, zirav û kezeba wî de pirsgirêk hene û hin girik li ser gurcika wî derketine. Ew nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe rojane pêk bîne. Her ku diçe rewşa tenduristiya wî giran dibe û em dixwazin demildest bê berdan da ku tedawiya wî bê kirin.”