Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike 2023-01-14 11:27:07   ENQERE - Rojnamevan Mahîr Uzmez diyar kir ku piştî komkujiya Parîsê ya duyemîn Tirkiye ji bo ser bûyerê bê nixumandin zextan li Fransayê dike û got: “Kurd bang li dewleta Fransayê dikin ku bi vê şermê neyê nasîn.”    Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’ê kanûna 2022’yan de êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûbûn.  Bi ser komkujiyê re 22 roj derbas bûn. Her çiqas kujer ango tetikkeêş William M., bi hêceta “tenduristiya wî nebaş e” hat xwestin ku li klînîka psîkiyatrî bê ragirtin jî lê li ser nerazîbûna gelê kurd û dostên wan ji aliyê dadgeha Fransayê ve hat girtin.    Rojnamevan Mahîr Uzmez ku ji roja ewil ve geşedanên derbarê komkujiyê dişopîne û van geşedanan ji ajansa me re nirxand.    Uzmez hûrgiliyên kêliya ewil ê komkujiyê vegotin û li ser profîla kujer sekinî. Uzmez anî ziman ku Fransa bûye yek ji welatên Ewropayê ku cînayetên siyasî lê diqewime û tu cînayet jî heta pêvajoya lêpirsîna dozgeriyê nehatiye. Uzmez got meseleya darazê xwe ji komkujiya ewil a Fransayê ya di 9’ê Çile 2013’an de pêk hat dide der û heta komkujiya dawî tê.    ‘KURD BAWERIYA XWE BI DARAZA FRANSAYÊ NAYÎNIN’    Uzmez anî ziman ku kujerê komkujiya Parîsê ya duyemîn ku li dijî kurdan pêk anî, hat girtin û got: “Çalakî û bertekên siyaseta navxweyî ya Fransayê di vê yekê de bi bandor in. Detayên pêvajoya piştî girtina kujer hêj nayên zanîn. Dema em pêvajoyê û geşedanên muhtemel ên komkujiya Parîsê ya duyemîn dinirxînin, mîna ku destek ketiye nava van bûyeran. Ji ber ku êrişkarê qetlîama duyemîn pêşî hat girtin, paşê birin klînîka psîkiyatriyê, paşê lêpirsîn hat destpêkirin û dîsa hat girtin, nîşan dide ku di navbera van destan de şer û pevçûn derketiye. Ev geşedanên bi fikar in. Ji ber ku gelê kurd ev 10 sal in baweriya xwe bi dadweriya Fransayê nayînin û hêviya xwe jê qut kirine. Ji ber ku wek mînak di doza qetilkirina Sakîne Cansiz û hevrêyên wê de dadger û dozger bi hêceta ‘sira dewletê’ nikarin gelek agahiyan bi dest bixin. Du saziyên pir girîng hene ku sirên dewletê dixwazin. Ev jî Wezareta Parastinê ya Fransayê û Wezareta Karên Hundir in. Her du saziyan jî ji bo nepenîtiya 'veşartiya dewletê' ya di wê dozê de gelek hewldan kirin û ji ber vê yekê doz nekarî were birêvebirin. Dema em li komkujiya Parîsê ya duyemîn dinêrin, fikar heye ku destên wiha dîsa destwerdanê bikin.”    ‘ENQERE ZEXTAN LI PARÎSÊ DIKE’    Uzmez destnîşan kir ku rayedarên dewleta Tirkiyê bi rayedarên dewleta Fransayê re hevdîtinan kirine û wiha got: “Ev hevdîtinên Enqereyê yên li gel Parîsê nîşan dide ku zextan dikin. Di rojên ewil ên komkujiyê de nêzîkatiya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û rayedarên Fransayê li hemberî bûyerê cuda bû. Lê belê di roja çaremîn a komkujiyê de ewilî Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Fransayê bi Wezareta Karên Derve ya Fransayê re hevdîtin kir. Piştre Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglû bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtinek kir. Çapemeniya Fransayê beşek vê hevdîtinê ku têde hatiye gotin, ‘Tirkiye aciz e ku navê lîderên Tirkiyeyê bi bûyerê tê ziman, lidarxistina xwepêşandanan û al û flamayên PKK’ê hatine nîşandan’ weşand. Lê belê tê gotin ku di kulîsên siyasî yên navxweya Fransayê de bazarên gelek zêde hatine kirin. Di kulîsan de tê gotin ku Tirkiye zextan li Fransayê dike ku ser bûyerê bê nixumandin. Derbarê vê yekê de bang hatin kirin. Siyasetmedarên Fransî di meşa mezin a di 7’ê çile de axivîn û bang li Macron kirin ku serî li ber zextên siyasî yê Tirkiyeyê netewîne. Pir eşkere ye ku plansazên komkujiyên li Fransayê, Tirkiye bi xwe ye. Di çend salên dawî de li dijî siyasetmedarên kurd êrişên sûîkastî hatin amadekirin û hinek pêk hatin.    Ev komkujiyên tên kirin di destê MÎT’ê de teqiya. Gelê kurd û dostên xwe û Fransa dewleta tirk berpirsê van komkujiyan dibîne. Ji roja komkujiyê ya ewil ve heta îro kurd û dostên xwe hem li kolanan e hem jî li parlamentoyê û hem jî bi rayedaran re hevdîtinan dikin û dixwazin bûyer were ronîkirin. Kurd û dostên xwe eşkere ji rayedaran re dibêjin divê ku Fransa bi şermê neyê nasîn û demildest bûyerê eşkere bike.”