Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir 2023-01-14 09:35:00 AMED - Şûraya Dewletê biryara redkirina tazmînatê ya di doza Cîhat Morgul ê 14 salî di qedexeya Sûrê de hatibû kuştin, xera kir.    Cîhat Morgul ê 14 salî hê xwendekarê dibistana navîn e, di qedexeya li navçeya Sûrê ya di meha sibata 2016’an de tê kuştin. Têkildarî kuştina Morgul pêvajoya darazê didome. Cenazeyê Morgul ji ber şerê diqewime demek dirêj ji taxê nehatibû wergirtin û li Sûrê hatibû veşartin. Cenaze piştî demek dirêj hat wergirtin û birin Saziya Tiba Edlî û piştî encama DNA’yê malbatê cenazeyê lawê xwe li Goristana Yenîkoyê ya Amedê veşart.    DOSYEYÊ BIRIN AYM’Ê    Derbarê lêpirsîna Morgul de hatibû destpêkirin bibiryara “neşopandinê” hatibû dayîn. Serdozgeriya Komarê ya Amedê hêceta Morgul “li dijî hêzên ewlekariyê çek bikar aniye” nîşan dabû. Lê belê derbarê “çalakiya bi çek” de tu delîlek şênber di dosyeyê de nebû. Îtîrazên li dijî “neşopandinê” hatin kirin jî hatin redkirin.    Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ji bo desteka hiqûqî bidin malbatê, li ser biryara redkirinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn. Di daxwaznameya serlêdanê de hatibû diyarkirin ku tu agahî û belgeyek ku Morgul “endamê rêxistinibe” û “tev li çalakiya bi çek bûbe” nîne. Di daxwaznameyê de hatibû destnîşankirin ku têkildarî mirina Morgul tu lêpirsînek bibandor nehatiye kirin û hatibû xwestin ku lêkolînek pêwîst bê kirin.    SERÎ LI DADGEHA ÎDAREYÊ HAT XISTIN    Parêzeran li gel serlêdana bo AYM’ê, derbarê Wezareta Karên Navxweyî de serî li Dadgeha Îdareyê ya Amedê dabûn. Dadgehê serlêdan nirxandibû û red kiribû. Dadgehê jî Morgul wek “endamê rêxistinê” nîşan da û lewma serlêdanê red kiribû.   Biryara Dadgeha Îdareyê ji aliyê Dadgeha Îdareya Herêma Dîlokê ve wek “li gorî hiqûqê ye” hat dîtin. Dadgeha Îdereya Herêma Dîlokê jî parastina wezaretê ku gotibû Morgul di şerê çekdarî de hatiye kuştin li ber çavan girt û daxwaza tazmînatê ya malbatê red kir. Li ser vê yekê li dijî biryarên redkirinê Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn serî li Şûraya Dewletê da.    ŞÛRAYA DEWLETÊ BIRYARÊ XERA KIR    Şûraya Dewletê serlêdana temyîzê nirxand û diyar kir ku doza bi daxwaza tazmînata 900 hezar TL hatiye vekirin, bi awayek têrkirî lêkolîn nehatiye kirin û biryarê xera kir. Şûraya Dewletê bi piraniya dengan biryara xerakirinê girt û ji bo biryarek nû bê dayîn dosyeyê dîsa şand Daîreya Doza Îdarî ya 3’yemîn a Dadgeha Îdareya Herêma Dîlokê û xwest doz ji nû ve bê nirxandin.