Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin 2023-01-14 08:52:36   MÊRDÎN - Konsera hunermendê kurd Kasim Taşdogan a îro li Nisêbînê bide, ji ber gefên miduriyeta polîsan û zabitayan hate betalkirin.    Konsera hunermendê kurd Kasim Taşdogan a ku îro li kafeyeke navçeya Nisêbîna Mêrdînê bide, di encama gefên Miduriyeta Polîsan a Nisêbînê û tîmên zabitayan ên Şaredariya Nisêbînê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye hate betalkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, polîs û zabitayên beriya 2 saetan çûn cihê kar gotine ji bo konserê destûr nehatiye dayîn û gef xwarin ku heke konser were lidarxistin wê mudaxileyî konserê bikin û kargehê mohr bikin.     Piştî ku ji hevdîtinên hatin kirin tu encam derneket konser hate betalkirin. Taşdogan ê têkildarî tiştên qewimîn daxuyanî da, bal kişand ku konser bê sedem hate betalkirin û wiha got: “Em nexemgînin, ne bi hêrs in, ne di xema me de ye.”