Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin 2023-01-13 18:20:57   STENBOL - Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo mîtînga ku dê di 15'ê Çileyê de li Kartalê li dar bixe, li navçeya Sûltanbeyliyê belavok belav kirin.    Tifaqa Ked û Azadiyê ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) pêk tê, dê di 15'ê çileyê de li Qada Kartalê ya Stenbolê bi dirûşma "Em pêşî li ber xizanî, şer û zextan bigirin" mitînga xwe ya ewil a hevpar li dar bixe. Dê hevserok, serok û berdevkên pêkhateyên tifaqê tev li mitîngê bibin. Mitîng dê saet di 13.00'an de dest pê bike.    Xebatên ji bo mîtîngê didomin. Îro li navçeya Sûltanbeylî belavok hatin belavkirin. Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevseroka HDP'a Stenbolê Îlnûr Bîrol û rêveberên navçeyê jî di nav de gelek kes belavok belav kirin.    Di dema belavkirina belavokan de Surucuyê got: "Welatî ji ber vê xizanî, birçîbûn û bêçaretiyê dawî li jiyana xwe dîtin. Lê desthilata heyî radibe çavkaniyên welêt ji bo şer xerc dike."   DESTÛRA MÎTÎNGÊ HAT DAYÎN   Her wiha Walîtiya Stenbolê jî serlêdana Komîteya Amadekar a Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji bo mîtîngê bersivand. Mîtîng dê saet di 13.00'an de bê lidarxistin.