Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn 2023-01-13 15:57:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerên artêşa tirk li Herêma Biradostê gule berdan du zarokên li ber sewalan û di encama gulebaranê de 2 zarok birîndar bûn.   Li gorî nûçeya Rojnewsê, danê nîvro li gundek Xelîfan ê girêdayî bajarokê Sîdekan ê bi ser Hewlêr a Herêma Kurdistana Federe, du zarok di encama êrişa rast e rast a leşkerên dewleta tirk birîndar bûne.   Li gorî agahiyên Rojnewsê bi destxistine dema her du zarok li ber sewalên xwe bûne, leşkeran gule bi ser wan de reşandine û her du birîndar kirine. Hate gotin ku piştî xelkê gund bi buyerê hesiyaye xwe gihandine zarokan û ew rakirine Nexweşxaneya Sîdekanê.