Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn 2023-01-13 15:31:17   ÎZMÎR - Ji bo Menal Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin li Îzmîrê şîn hate danîn.    Ji bo Mehmet Emîn Karatay (Menal Mêrdîn) ku di 2’yê çileyê de li bajarokê Tilezêr ê Şengalê di encama êrişeke sûîqestê de hatibû qetilkirin, li Îzmîrê şîn hate danîn. Malbata Karatay dê li Komeleya Kutlubey a li Taxa Eşrefpaşa ya li navçeya Konak a Îzmîrê sê rojan sersaxiyan qebûl bike. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek kes çûn serdana malbatê û sersaxî jê xwestin.