Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin 2023-01-13 14:22:15   ENQERE - Dadgehê di danişîna doza rêveberên Odeya Avahîsazan ku xelat dabûn Jin TV û ji ber vê tên darizandin, biryarên Dadgeha Bilind û AYM’ê li ber çavan negirt û daxwazan red kir.    Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Enqereyê li ser navê bîranîna avahîsaz Emre Madran xelata çapemeniyê ya sala 2021’an di beşa Nûçegihaniya Telvîzyonê ya Navnetewî de dabûn pêşkêşvana Jin TV Guler Yildiz. Bi hêceta vê xelatê derbarê endamên Rêveberiya Odeya Avahîsan de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Rêveberên odeyê û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn û gelek nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tev li danişînê bûn.    Dozger di danişînê de mutalaya xwe ya berê amade kiribû, dubare kir.    Ji parêzerên dozê Tûrgût Kozan li dijî mutalayê axivî û biryarên emsal ên Dadgeha Destûra Bingehîn pêşkêşî heyeta dadgehê kir û West li Heyeta Pispor bê guhdarîkirin. Kozan bertek nîşanî mutalaya dozger da û got: “Dozger bêyî biryarên Dadgeha Bilind bixwîne, mutalaya xwe dubare dike. Ev çawa dadgehek kolektîfî ye. Dozger biryarên Dadgeha Bilind tune dihesibîne. Biryara AYM’ê ya ji bo Akademîsyenên Aştiyê da, ji bo vê dozê jî emsal e. Xelata bo Jin TV tu tundiyê di xwe de nahebîne.”   Kozan daxwaza dema zêde ya li dijî mutalayê kir.    Dozger daxwaza firehkirina vekolînê red kir û xwest dema zêde bê dayîn. Heyeta dadgehê daxwaza dema zêde ya bo parastinê qebûl kir û hemû daxwazên din red kir û danişînê taloqî 22’ê sibatê kir.