Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin 2023-01-13 12:32:27   MÛŞ/ÊLIH - Cenazeyê endamê HPG’ê Yûnûs Karadagi yê di şer de jiyana xwe ji dest da li navçeya Kopê, yê Mûstafa Bayindir jî li Êlihê hate veşartin.   Cenazeyê endamê HPG’ê Mûstafa Bayindir ê di 9’ê çileyê de di şerekî li Herêma Gabarê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Girbereşk Êlihê bi diruşmeyên “Şehîd Namirin” hate veşartin. Malbatê piştî cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê teşhîs kir, cenazeyê Bayindir anî Êlihê.    Leşkerên ku goristana gundê Girbereşk ê girêdayî navenda Êlihê dorpêç kirin, nehiştin ji bilî ferdên malbatê kes tev li merasîma cenaze bibin. Cenazeyê Bayindir ji aliyê ferdên malbatê ve hat veşartin.    Girseya qelebalix di ketina goristanê de sekini. Girseyê piştî astengkirina ketina goristanê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kir û astengkirin şermezar kir.    ENCAMA DNA’YÊ PIŞTÎ 4 MEHAN DERKET   Cenazeyê endamê HPG’ê Yûnûs Kardagi ku di 7’ê îlona 2022’yan de di şerekî li qada Omerya ya Mêrdînê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin û li navçeya Kopa Mûşê hate veşartin. Encamên testa DNA’yê yên malbatê beriya 4 mehan dabûn beriya hefteyekê gihişt ber destê dozger. Malbatê li ser encamên DNA’yê hev girtin çû Mêrdînê cenazeyê lawê girt û anî navçeya Kopê. Polîsan di merasîma cenaze de ji bilî ferdên malbatê nehişt kes tev li merasîmê bibe. Cenaze duh bi şev bi tev li bûna ferdên malbatê li goristana navendî ya Kopê hate veşartin.    Malbat, li navçeya Kopê şîn danî ye û sersaxiyê li wir qebûl dike.