Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve 2023-01-13 11:59:01 RIHA - Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bertek nîşanî qedexeya hevdîtinê ya ji bo 3 mehan da û wiha got: “Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve. Divê têkoşîna demokratîk were mezinkirin.”    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, ev zêdetirî 21 meh in tu agahî nayên girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dan zanîn ku Dadgeriya Înfazê ya Bursayê di 4’ê çileyê de cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo 3 mehan daye Abdullah Ocalan û girtiyên din. Ji bo biryara qedexeyê jî “cezayê disiplînê” weke hincet hate nîşandan. Lê belê hûrgiliyên hincetê nehatin ragihandin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe re axivîbû, têkildarî biryara qedexeyê axivî û bertek nîşan da.    Mehmet Ocalan   'NAXWAZIN DENGÊ WÎ WERE BIHÎSTIN’    Mehmet Ocalan da zanîn ku dewlet ji bo qedexeyên hevdîtinê, “Cezayên disiplînê” weke hincet nîşan dide û wiha got: “Ew bi xwe dinivîsin û bi xwe dibêjin. Tiştekî wiha nabe. Dema mirov tiştekî dike, divê binê wê tije bike. Tişta ku tê kirin gelek şerm e. Di nava çar dîwaran de cezayê disiplînê yê çi didî? Qet nebe bila sedemên aqilane nîşan bidin. Naxwazin dengê birêz Ocalan were bihîstin. Sedema tecrîdê jî ev e. Ev formûlên ku qala wê dikin (cezayên disiplînê) rast nînin. Ji bo xapandina gel tên kirin. Tu kes jê bawer nîne. Ew bi xwe jî ji vê formûlê bawer nînin. Zehmete ku li Tirkiyeyê mirov navekî li vê hiqûqê bike.”    BANGA ‘TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK’   Di berdewamê de Ocalan got ku tecrîda li Îmraliyê dikeve sala 24’an û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda heyî piştî sala 2015’an hîn girantir kirin. Di bingeha tecrîdê de jî pirsgirêka kurd heye. Dewlet naxwaze di qonaxa heyî de kesek qala pirgirêka kurd bike. Li dijî vê jî têkoşîneke siyasî û demokratîk tê dayîn. Em nizanin bê ka dê çi navî li vê rewşê bikin. Ev ne tecrîd e. Tiştekî gelek biêş e. Heke dewlet bi vekirî bibêje, ‘Bila bi van sedeman dengê Apo li Îmraliyê neyê bihîstin’ dê rasttir bibe.”    Herî dawî jî Ocalan ev tişt anî ziman: “Hewceye em têkoşîna demokratîk hîn mezintir bikin. Ji ber ku tecrîd ne li dijî kesan lê li dijî îrade û gelekî ye. Ev tecrîda behsa xeberê li pêşiya demokrasiyê mîna bendekî ye. Kesayetên demokrat, nivîskar, rewşenbîr, tirk, kurd, ereb... Divê her kes bi qasî ji dest tê li dijî tecrîdê derkevin. Ji bo rakirina tecrîdê kedek tê dayîn lê divê hîn bêhtir ked were dayîn. Divê em asta têkoşîna demokratîk hîn bilindtir bikin. Ev yek jî mafê zagonû û demokratîk ê gel e.”    MA / Mujdat Can