Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin! 2023-01-13 09:59:00 MÊRSÎN - Komîsyona Girtîgehan a OHD’a Mêrsînê raporek derbarê Girtîgeha Aksarayê de amade kir û diyar kir ku mafên bingehîn ên girtiyan tê astengkirin û rêveberiya girtîgehê pirsên balkêş ji girtiyan dike.    Parêzer Ozgur Çaglar û Îbrahîm Cînbaş ên endamên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrsînê di 11’ê çile de serdana Girtîgeha Aksarayê ya Tîpa T’yê kirin û li gel girtiyan hevdîtin kirin. Parêzeran piştî hevdîtina bi girtiyan re raporek têkildarî binpêkirinên mafan amade kir.    Malbatan serî li OHD’ê daye û parêzerên komeleyê jî li girtîgehê bi girtî Merval Sungur, Metîn Gelnî û Ridvan Er re hevdîtinê pêk anîne. Di rapora vê hevdîtinê de hatiye diyarkirin ku li qawîşek ku kapasîteya wê li gorî 10 kesan e lê niha 20 kes lê tên ragirtin û ev tengasiyê ji girtiyan re derdixe. Di raporê de hat destnîşankirin ku Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Aksarayê girtiyan birine cem xwe û pirsên wek, “Li Gabarê petrol hatiye dîtin, em ê radestî nokerên Amerîkayê nekin, gelo tu çi difikirî?”, “Gelo hûn derbarê Abdullah Ocalan de çi difikirin” ji girtiyan hatine kirin. Di raporê de hat gotin li gorî bersiva girtiyan, nirxandina “halê baş” hatiye kirin û bi piranî ev nirxandin wek neyînî bi encam bûye.    Di raporê de binpêkirinên mafan wiha hatin rêzkirin:    "* Ji xwendekarek Zanîngeha Dêrsimê pirsa, ‘Çima te zanîngeha Tunceliyê bijartiye, çima tu ji bo xwendinê çûyî wir?    * Zext li girtiyan hatiye kirin ku bersivê pirsên ji wan hatine kirin.    * Serlêdanên ji bo îdareya girtîgehê tên kirin, bu tu awayî bersiv nayê dayîn û heke bersiv were dayîn jî bi mantiqê rûtîn bersvi tên dayîn.    * Li korîdoran meşa bi rêzê li girtiyan tê ferzkirin.    * Li girtîgehê pirsgirêkên tenduristiyê diqewimin. Sewqa girtiyan ji bo nexweşxaneyê piştî şeş heft mehan tê kirin. Ji bo revîrê jî du sê mehan şûn ve girtiyan dibin cem bijîşk.    * Li hewadariyê jimartin li girtiyan tê ferzkirin.    * Aktîvîteyên sosyal nayên kirin.    * Di qanûnê de hevdîtina li gel malbatan saetek e, lê dema hevdîtinê daxistine 45 deqîqeyan.    * Hevdîtina telefonê 10 deqîqe ye, lê telefon her tim xerabûyî ye û çizînî ji telefonê tê.    * Girtiyên siyasî li 2 odeyan tên ragirtin û mesafeya navbera her du odeyan gelek dûr e û destûr nayê dayîn ku tu temasek çêbibe.    * Destûra tu weşanek muxalîf a televizyon û radyo nayê dayîn.”